30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî dê sibê li Silêmaniyê bê lidarxistin

Yekemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî dê sibe li Silêmaniyeyê bê lidarxistin û dê gelek akademîsyen bi lêkolînên xwe tev li konferansê bibin. 

Bi hemahengiya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê û Zanîngeha Cîhanê, sibe dê Yekemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî bi sernavê ‘Di neynika civak û dîrokê de jin’ li Silêmaniye ya başûrê Kurdistanê bê lidarxistin. Konferans dê du rojan bidome.

Konferans, ji bo akademîkirina pirsgirêkên jinan û ronîkirina rola esas a jinên kurd dê were lidarxistin ku lêkolîner û akademîsyen dê bi lêkolînên xwe beşdarî konferansê bibin.

Zanîngeha Silêmaniyê hewl dide pirsgirêka jinan bike mijareke zanistî û akademîk. Ev konferans jî gavek ber bi vê armancê ve ye ku tê de hewl tê dayîn bersiv û çareseriyên zanistî yên pirsgirêka jinê werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.