17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê didomin

Nobetên Edaletê yên ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re hatine destpêkirin didomin. Serdanên ji bo çalakiyên nobetê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê berdewam kirin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin û çalakî di roja 10’an de didome. Ji bo piştgiriya bi çalakiyê re li Amed, Mêrsîn, Wan û Edeneyê jî bi dirûşma “Ji bo aştiya civakî deng bidin zindanan, ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin” Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Çalakiya ku her sê rojan carekê komeke cuda dewr digire didome.

Li Amedê serdana çalakiyê

Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rezanê nobet hate destpêkirin û çalakî di roja 3’yan de didome. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên li ser nivîsa bi zimanên kurdî û tirkî ya “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê” li xwe kirin.

Rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, endamên Dayikên Aştiyê, hevserokên HEDEP’a Amedê Pinar Sakin Tekîn û Abbas Şahîn û parlamenterên HEDEP’ê Ceylan Akça û Adalet Kaya çûn serdana çalakvanan. Di çalakiyê de ji dengbêjên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê Apê Naîf û Mihemedê Zaza klamên xwe pêşkeş kirin. Di çalakiyê de beşdaran çepik lê dan, tililî berz kirin û gelek caran dirûşma “Bijî berxwedanan zindanan” berz kirin.

‘Bila bêdengî bi dawî bibe’

Nobeta Edaletê ya ku TUHAY-DER a Wanê daye destpêkirin jî di roja duyemîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HEDEP û DBP’ê û gelek kes çûn serdana çalakvanan.

Hevserokê HEDEP’a Wanê Veysî Dîlekçî di dema serdanê de axivî û got ku pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn di rojeva wan de ne û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehan berxwedaneke pir mezin heye. Em jî li vir careke din bang dikin; bila vê bêedaletiyê bi dawî bikin.” Dîlekçî, diyar kir ku heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî dibe dê li her derê li ber xwe bidin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî diyar kir ku dewlet ji aştî û xwişk-biratiyê ditirse û ev tişt anî ziman: “Em piştgiriyê didin berxwedana li zindanan hatiye destpêkirin û Nobeta Edaletê ya ku malbatan daye destpêkirin. Berxwedana wan, berxwedana me tevan e.”

‘Em bi hevalên xwe re ne’

Nobeta Edaletê ya li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin jî di roja 3’yan de didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrsînê Perîhan Koca, endam û rêveberên rêxistinên HEDEP’ê yên bajar û navçeyan, Rêxistina Partiya Azadiyê ya Tirkiyeyê (Top) ya Mêrsînê, endam û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê û rêxistinên civaka sivîl çûn serdana çalakvanan.

Di çalakiyê de ji ewil strana ku girtiya bi navê Merge Polat a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re gotiye hate guhdarîkirin. Di dawiya qeyda deng de Polat wiha dibêje: “Dê dawî muhteşem be. An em ê bi ser kevin an dê bi ser kevin.” Piştre jî Rêvebera TOP’a Mêrsînê Ayşegul Temûr axivî û got ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê tu pirsgirêkên welêt çareser nebin. Temûr, wiha domand: “Em bi rêhevalên xwe yên têkoşîna birûmet a gelê kurd dimeşînin re ne.”

Dayikên Aştiyê di çalakiyê de stranên kurdî gotin û çalakî dom kir.

Peyama girtî

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Akdenîz TUAY-DER a Edeneyê hatiye destpêkirin jî di roja 3’yan de didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên ÎHD, DBP, HEDEP û HDP’ê û gelek welatî hatin serdana çalakvanên nobetê.

Di nobetê de peyama girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tên ragirtin hat xwendin. Girtiyan di peyama xwe de wiha gotin: “Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, me di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir û çalakî didome. Di serî de dayikên xwe yên dest bi Nobeta Edaletê kirin, hemû malbatên xwe yên welatparêz ên bihestiyar tevdigerin silav dikin.”