19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna rojnamevan Dîcle Muftuoglu sibê ye

Danişîna doza rojnameger û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu sibê ye. Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye.

Danişîna ewil a Edîtora MA’yê û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû dê 7’ê Kanûnê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Muftuoglû, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li gel Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz di 29’ê nîsanê de hate binçavkirin. Muftuoglû, li gel Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ji ber xebatên rojnamegeriyê hat sûcdarkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

 41 rûpelên angaştnameyê der barê kê de ye?

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA), derheqê Muftuoglû de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û rêvebirina rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Îdianame, di 6’ê îlonê de hate qebûlkirin û ji 43 rûpelan pêk tê. 41 rûpelên îdianameya behsa xeberê ji “avadaniya giştî ya PKK û KCK’ê û şêweyê rêvebirinê” pêk tê û îfadeyên şahidên eşkere û nepen ên têkildarî vê şêweya rêvebirinê pêk tên.

Di nava van şahidan de Kerem Gokalp, Samî Baran û Ulaş ên di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin û Doza Kobanê de cih girtin jî hene. Di heman demê de şahidê nepen ê bi koda “K8Ç4B3L1T5” ku derheqê nûçegihanên MA û JINNEWS’ê yên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatin girtin û di danişîna ewil de hatin berdan de îfade dabû jî heye.

 Şahid nas e

Li gorî îdiaya şahidê eşkere Gokalp; Muftuoglû di sala 2014’an de li qada Xinêrê mehekê ji hêla bîrdoziyê ve hatiye perwerdekirin. Li gorî îdiaya şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” jî Muftuoglû li Amedê bi rêxistinên jinan re nêzî hev in. Her du şahid jî Muftuoglû bi îdiaya “kadroya PKK’ê” tawanbar dikin.

 Axaftina bi rojnamegeran re sûc hat dîtin

Di heman demê de axaftinên Muftuoglû yên li ser telefonê bi hevpîşeyên xwe û siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan re kirin ku çavkaniyên nûçeyanê jî weke sûc hatine nîşandan. Dozger ev rewş di îdianemeyê de weke “xebata rêxistinê” nirxandiye.  Di îdianameyê de têkildarî hevdîtinên behsa xeberê îdiaya “ji bo vesazkirina xebatên rêxistinî, amadekirina çalakî û xebatan” kiriye.

Yek ji xisûsên din ên balkêş a di îdianameyê de jî serdanên Muftuoglû yên derveyî welat in. Şahidê eşkere Kerem Gokalp îdia kir ku Muftuoglû di sala 2014’an de çûye Herêma Federe ya Kurdistanê. Lê belê Muftuoglû di sala 2017’an ded derketiye derveyî welat.

Rojnameger Muftuoglû ji bo şopandina referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di sala 2017’an de çû herêmê lê di îdianameyê de ev serdan weke sala 2014’an hatiye destnîşankirin.

Danûstandina pereyan a Muftuoglû ya di îdianameyê de jî weke hinceta “endamtiya rêxistinê” hate nîşandan. Di berdewamê de hat îdiakirin ku Muftuoglû jiyana xwe ya civakî ji bo “endamtiya rêxistinê” weke qilf bi kar tîne.

Di îdianameyê de wiha hate gotin: “Dema bi awayeke giştî delîlên derheqê gumanbarê de tên nirxandin; gumanbar li Navenda Qada Îdeolojîk a rêxistinê terorê ya çekdar a PKK/KCK’ê li gorî fermanan tevdigere û jiyana xwe ya civakî ji bo nixûmandina vê rewşê bi kar tîne û li gorî nepeniyê tevdigere (…)”