6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê Silêman Ehmed: Me serî li NY’ê daye

Parêzerê Rojnamevan Ehmed Prz. Nerîman Ehmed anî ziman ku wan serî li nûnerên Neteweyên Yekbûyî dane û wiha got: “Me ji NY’ê xwest ku zextan li hikûmetê bikin ku em der barê aqûbeta Silêman Ehmed de bibin xwedî agahî û karibin dosyaya Silêman Ehmed bişopînin.”

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat revandin.  43 rojin agahî ji Ehmed nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.  PDK rê nade ne ku parêzer û malbat bi Silêman Ehmed re hevdîtinê pêk bînin.

Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. 43 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  berovajî û nerast parve kir. PDK’ê got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê wek edîtor dixebite.

Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, ji rojnameya me Xwebûnê re axivî. Ehmed anî ziman ku wan serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir û wiha got: “Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Desteserkirina Silêman Ehmed bûye rojevek mezin

Parêzer Silêman Ehmed diyar kir ku 43 roj in agahî ji Silêman Ehmet tune û wiha got: “Ehmed ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye desteserkirin. Silêman Ehmet Rojnamevan e. Bi awayekî fermî li Bajarê Silêmaniyê rojnamevan e. Beriya ku bê desteserkirin, ji bo sersaxiya bavê xwe bi awayekî fermî derbasî Bakur û Rojhilatê sûriyeyê bû. Piştî sersaxiya bavê xwe, dîsa bi awayekî fermî derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Di vegerê de asayîşa PDK’ê ya Sêmalka, Silêman Ehmed desteser dike. Ji roja hatiye desteserkirin heta niha desteserkirina Silêman Ehmet li Başûrê Kurdistanê bûye rojeveke mezin. Ehmed di heman demê de edîtorê beşa Erebî yê ROJNEWS’ê ye. Di heman demê de endamê Enterî MÎTRO ye. Enterî MÎTRO di heman demê de rêxistinek rojnamevanan e. Mafê rojnamevanan diparêze. Wan jî daxuyanî da û windakirina Ehmed şermezar kirin. Piştî desteserkirinê me wekî tîmeke parêzer serî li Asayîşa Giştî ya PDK’ê da. Asayişa Giştî got ‘Ne liv ir e, li gel me nîn e’.”

Çavkaniyan binçavkirina Ehmed piştrast kirin

Parêzer Nerîman Ehmed, destnîşan kir ku beriya ew serlêdan bikin, asayişa PDK’ê bi awayekî fermî ragihandibû ku wan desteser kiriye û Ehmed li cem wan e û wiha lê zêde kir: “Me jî ji hin çavkaniyên durist bihîstibû ku Silêman Ehmed li cem hêza asayîşa PDK’ê ye. Çavkaniyên durist ku li gel Ehmed di bin çavan de mabûn, diyar kirin ku bi hevre di bin çavan de bûn. Odeya ku bi hevre di bin çavan de jî bi mere parve kirin. Em wekî parêzer çûn cihê ku lê hatiye desteserkirin. Lê rayedarên wir gotin ‘Silêman Ehmed ne li vir e’. Lê di sekna wan de pir diyar bû ku Silêman Ehmed li wir e. Sekna wan xwe dida dest. Ji bo ku em bi awayekî fermî nebin wekîl û parêzerên wan, rayedarên wir ji nişka ve gotin ‘Ehmed ne li vir e.”

Me serî li dozger da

Parêzer Silêman Ehmed, anî ziman ku ew çûn cem Qaziyê (Dozger) Asayişa Duhokê û wiha  pêde çû: “Me Dozgerê Lêpirsînê yê Duhokê ziyaret kir. Me ji dozger xwest ku em xwe bigînin Ehmed û em têkevin dosyaya wî. Dozger got ‘Temam’ Biryar da ku em bi awayekî fermî bibin parêzerê Ehmed. Li ruxmê ku dozger jî biryar da, lê asayîşê Duhok dozger guhdar nekir.”

Li gorî zagonan piştî 24 saetan diviya bû me ew dîtibûya

Parêzer Nerîman Ehmed da zanîn ku li gorî xala 144’an a qanûna Iraqê kesên ku hatin desteserkirin, piştî 24 saetan divê parêzer karibe biçe wan bibîne û wiha pêde çû: “Li gorî xala 144’an a Qanûna Usulê ya Dadgehê, parêzer piştî 24 saetan xwedî maf e ku biçe muwekilê xwe bibîne. Der barê tawanbarkirina wî de bibe xwedî agahî. Kesên ku tên desteserkirin, sucdar be an ne sûcdar e, heqê wî yê parêzer bigire heye. Li gorî qanûnên Iraqê û Başûrê Kurdistanê mafê kesên ku tên binçavkirin heye ku daxuyanî nede ango îfade nede ta ku parêzer biçin cem wî. Lê hêzên asayişe yên PDK’ê heta niha ev zagon binpê kirine. Heta niha bi tu awayî nehiştine em bi biçin cem Silêman Ehmed. Destûr nedane em der barê wî de bibin xwedî  agahî. Em nikarin dosyayê wî bibinin. Em nikarin Ehmed bibinin. Ev bêhiqûqiyek gelek mezin e.”

Hemû serlêdan bê bersîv man

Parêzer Ehmed, anî ziman ku heta niha wan gelek caran parêzer şandine. Me parêzer hem şandine cem hêzên asayişa PDK’ê û hem jî şandine cem dozger ê Duhokê. Lê heta niha me tu encam negirtiye. Dezgehên parastinê raste rast girêdayî PDK’ê ye.”

215 rewşenbir û nivîskaran daxwaza aqûmeta Ehmed kir

Prz. Nerîman Ehmed anî ziman ku herî dawî 215 kesên ku ji rojnamevan, nivîskar, rewşenbir, hiqûqnas û nûnerên saziyên civakî pêk dihat, ji bo aqûbeta Rojnamevan Silêman Ehmed bipirsin û Ehmed serbest bê berdan deklerasyonek parve kirin û got: “Hemûyan xwestin agahî ji Ehmed bistînin. Dîsa li gorî xala 30’yî em dikarin serî li sazî û dezgehên navdewletî bidin. Li gorî vê yekê me ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest şopdarê vê yekê be. Rayedarên NY’ê jî xwestin bibin alîkar. Me ji nûnerên NY’ê xwest ku zextan li hikûmeta Başûr bike ku der barê aqûbeta Silêman Ehmed de em bibin xwedî agahî û em karibin dosyaya  Ehmed bişopinkin.”