27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Birîndar kirin û lê xistin

Li Ebexa Wanê leşkeran gule berdan gundiyê bi navê Caner Agûrtan ê li mihên xwe yên windabûyî digeriya. Piştî ku Agûrtan bi guleyên leşkeran ji lingê xwe birîndar, leşker bi pehînan lê didin. Agûrtan ê ji lingê xwe yê rastê birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

Li gundê Nezrava Jorî ya girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê, gundiyê 28 salî Caner Agûrtan ê li mihên xwe yên windabûyî digeriya, bi gulebarana leşkeran de birîndar bû. Bûyer serê sibê saet di 07.30’an de qewimî. Agûrtan ê ji lingê xwe yê rastê birîndar bû, diyar kir ku piştî ku leşkeran ew birîndar birîndar dikin, bi deqeyan dan ber pehînan.

Gule berdanê

Agûrtan tişta hat serê wî ji Ajansa Mezopotamya (MA) vegot û dest nîşan kir ku dema ew li mihên xwe digeriya bûyer qewimî û wiha got: “Li gund bi cotkariyê em debara xwe dikin. Duh bi şev mihên me winda bûn. Saet 06.00’ê sibê ez ji malê derketim û min dest pê kir ez li mihên xwe geriyam. Piştî saetekê, leşkeran li cihekê nêzî sînor gule bardan min. Gule li piyê min ket. Dema ez birîndar bûm, heya 10-15 deqeyan bi awayekî birîndar ez meşiyam. Leşker hatin ba min. Yek, du leşkeran pehîn li min dan. Min ji wan re got, ‘li min nexin ez birîndar im’ lê guhdarî nekirin. Li ser vê leşkeran got, ‘baş li te xistine’ û careke din pehîn li min dan. Piştre nêzî 10 leşker li min kom bûn. Leşkerekî li birîna min mêze kir û got, ‘netirse, tiştek nebûye. Dûre gundî hatin ez birim Peyîzavayê û ji wir jî ez birim Ebexê.”

‘Ez ê leşkeran gilî bikim’

Agûrtan ê li Navenda Tipa Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê tê dermankirin, wiha got: “Ez vê neheqiyê qebûl nakim. Gule berdan min û li min xistin. Ez li mihên xwe digeriyam. Ez ê giliyê leşkeran bikim.” Hat gotin ku rewşa Agûrtan niha baş e.

WAN