26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK’ê ji bo helwesta neteweyî bang kir

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs bang li hemû hêzên siyasî û rêxistinên kurdî kir ku ji bo helwesta neteweyî ya li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bi awayekî lezgîn civîneke hevbeş bê lidarxistin.

Roja 23’yê nîsanê dewleta tirk li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên başûrê Kurdistanê êrîş da destpêkirin. Heta niha êrîş berdewam in û şerên dijwar di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên tirk de deqewimin. Li aliyê din bertekên li dijî êrîşan jî berdewam in.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û bang li hemû hêzên siyasî û rêxistinên kurdan ên her çar parçeyê Kurdistanê kir ku ji bo helwesteke hevbeş a neteweyî ya li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bi awayekî lezgîn bicivin.

‘Êrîş li destkeftiyên kurdan e’

Qeremûs diyar kir ku êrîş di çarçoveya projeya hevbeş a 4 dewletên dagirker li ser Kurdistanê tên kirin û wiha got: “Bi armanca ku tu derfetê nedin serkeftin û bidestxistina statûyeke serbixwe ya ji bo Kurdistanê êrîş dikin. Ev êrîş ne tenê li ser PKK’ê û şervanên azadiya gelê kurd e. Belkî li ser hemû Kurdistanê ye. Divê kurd hemû van êrîşan wiha binirxînin ku armanca wan tunekirina destkeftiyên gelê kurd e hemûyan e.”

Ehmed Qeremûs di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku niha ji bo gelê kurd yekitiya xwe pêk bîne û nava mala xwe pêbiparêze derkefteke zêrîn heye û got: “Heger em yekitiya xwe pêk neynin, em ê nikaribin li dijî êrîş û planan rawestin ku niha li ser her çar parçeyên Kurdistanê heye.”

 ‘Bêdengiya partiyan dibe sedema êrîşan’

Li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi pêşengiya Desteya Înîsiyatîfa Konferansa Niştimanî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa başûrê Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin û di çalakiyê de banga li welatiyan hat kirin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest û êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin.

Mamosta Nadir Elî li ser navê înîsiyatîfê daxuyanî xwend û wiha got: “Careke din Tirkiyeyê pêngava leşkerî ya li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Ji bo vê jî gerîlayên PKK’ê kiriye hincet. Bi kûrahiya çend kîlometreyan hatiye nav axa Kurdistanê . Ji ber êrişên yek li pey yekê yên dewleta Tirk rojane welatiyên sivîl şehîd û birîndar dibin. Cotyar û şêniyên gundan zererê dibînin. Destdirêjiyên dewleta tirk binpêkirinên yasayên navneteweyî ne. Bêdengî û bêhelwestiya navendên navneteweyî û partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê sedema êrîşên dewleta tirk in.”

Şêniyên Binarê Qendîl

Her wiha şêniyên Binarê Qendîlê jî bi çalakiyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê şermezar kirin û bi dirûşmên “Bimre xeta xiyanetê” û “Bijî berxwedana Zapê”  piştigiriya xwe nîşan dan.