3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bo çi bîra kurdî?

Divê em wek hemû bîrên kurdewar bîra zimanê kurdî jî ji her milî ve bi rengekî herî kûr bivejînin, tevnê wê ji nû ve saz bikin, birêsin, biraçînin û wek bîreke jiyanî di hişê her kurdekê/î de bi cih bikin.

Kampanyaya bi navê ‘Li Dijî Şerê Taybet Têkoşîneke Biheybet’ ya ku demeke di pêşengiya tevgera ciwanên kurd ên azadîparêz de li bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin û hewl tê dayîn ku bi giyanê dirûşma kampanyayê li her qadê têkoşîneke biheybet bê meşandin berdewam dike.

Me bi boneya vê kampanyayê, di nivîsarên xwe yên borî, yên bi serenavên ‘Ciwanên Kurd û Têkoşîna Kurdî’, ‘Stratejiya Têkoşîna Kurdî ya Ciwanan’ û ‘Têkoşîna Kurdî Ya Biheybet’ de, li gel rist û girîngiya zimanê kurdî ya ji bo neteweya kurd û mirovahiyê, di têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî û hemû nirxên kurdewar de erk û berpirsyariya ciwanên kurd û hemû ciwanên şoreşger û azadîxwaz ên cîhanê kurteramanên xwe diyar kiribûn. Herwiha me bi têkoşînên azadî û rizgariya neteweyî û civakî yên xwebûnî û gerdûnî ve têkildar kurtenirxandinên xwe yên li ser stratejiya têkoşîna ciwanan a ji bo zimanê kurdî parve kiribûn û bingeh û çarçoveyeke giştî û xweser a dîrokî û rojane destnîşan kiribû.

Di nivîsara xwe ya herî dawiyê de jî me bal kişandibû ser bîra zimanê kurdî, bîra têkoşîna zimanê kurdî û wiha gotibû: “…Divê her dem di bîra me de be ku çawa bîra me ya her tiştî di kûrahiya dîrokê de veşartiye, raz û gehwera bîra me ya diyarde, rewş û bûyerên niha jî di bîra herî kûr a rasteqîniya dîrokê de veşartiye…”

Bêguman li gor vê rastiyê, bîra zimanê kurdî jî di bîra dîrok û çîroka kurd û Kurdistanê ya xwebûnî û gerdûnî de veşartiye û bîra têkoşîna zimanê kurdî jî di bîra dîrok û çîroka zimanê kurdî de veşartiye.

 Xwegihandina bersîvên rast

Ji bo ku em bikaribin bi awa û şêwazeke herî rast têkoşîna zimanê kurdî bi awayekî serketî û serfiraz bimeşînin divê berî her tiştî em bi rengekî zanistî bikevin nava lêgerîn û xwegihandina bersivên rast ên du pirsên ‘bo çi kurdî?’ û ‘bo çi bîra kurdî?’ Me di nîvîsarên xwe yên borî de heta astekê bersîva pirsa ‘bo çi kurdî?’ dabû, lê divê bê zanîn ku bersîva pirsa ‘bo çi bîra kurdî’ neyê dayîn dê armanca bersîva pirsa yekem tu carî pêk neyê.

Ji bo rastbersîvdayîna vê pirsê berî her tiştî pêwîst e ku em xwe berdin bîra zimanê kurdî. Lewre em ê pêbihesin ku bersîva pirsê her dîsa di rasteqîniya gehwera pirsê de veşartiye. Û dema ku me xwe berda wê bîrê, em ê baş bibînin ku çîroka dîroka tevnê bîra zimanê kurdî çawa hatiye honandin, ristin, raçandin, nexşandin, xemilandin û kemilandin, da ku em jî bişên tevnê bîra têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî ji her milî ve û bi rengekî herî nûjenkirî ji nû ve bihonin, biresin, biraçînin, binexşînin, bixemilînin û bikemilînin.

Li ser vê bingehê, em ê di vê nivîsara xwe ya bi navê ‘Bo Çi Bîra Kurdî’ de bi kurt û kurdî li pêwîstî û armanca zanebûna bîra zimanê kurdî raxin ber çavan.

Yekparebûna bîrê

Ji bo ku têkoşînek bi serketin û serfiraziyê bê tacîdarkirin pêşiya ku sedem, jêderk û çavkaniyên wê têkoşînê -ku stûnên bingehîn ên bîra wê ne- bên destnîşankirin divê pêwistî û armanca zanebûna wan xalên bingehîn baş bên zanîn, fêmkirin û têgihiştin. Heta ku ev pêk neyên ew têkoşîn ji ber pêwîstiya kîjan sedem û armancan tê meşandin û qad, şêwaz, rê, rêbaz, alav û amûrên wê jî li gor dualîtiya sedem û armancan pêk neyê serketin û serfiraziyeke tekûz û teqez nayê bidestxistin…

Zanîn, fêhmkirin, têgihiştin, serwextbûn û hewldana pêkanîna vê yekê jî rasterast bi xweberdana bîra wî tiştî û bi bîra têkoşîna wî ve têkildar e. Heke ku em îro behsa zimanê kurdî û têkoşîna ji bo zimanê kurdî dikin divê em ji her milî ve xwe berdin destpêka pêkhatina bîra dîroka zimanê kurdî û ji bîra têkoşîna ji bo zimanê kurdî ya ku ji destpêkê heta roja me pêkhatina xwe ya XWE-ZAyî, XWE-DAyî, felsefî, çandî, civakî, sincî, hestî, ramanî, giyanî û jiyanî didomîne û bi riya wê bîrê jî li gor şert û mercên piralî yên serdema ku em tê de dijîn wê têkoşînê bi awayekî wisa nûjen bikin ku tekûz û teqez bikaribin wê bi ser bixin.

Divê em tu car ji bîr nekin ku bîra neteweyekê çavkaniya bingehîn a rêgeh, dergeh, rûgeh û asogeha wê neteweyeyê ye, bi taybetî jî ji bo neteweyeke wek neteweya kurd a dîrokî. Bîr çend bê zindîkirin û kûrkirin jiyan ji her alî ve hind xurt, dewlemend û serbilind dibe.

Û divê em baş bizanin; heta ku bîra dîrok û çîroka ME, ya ku xwe dispêre giyanê rasteqîniya ‘MEyên MÊ’ ji aliyê kujerên me yên nêrîst ên ku ew desteser kirine û li gor hoveberjewendiyên xwe ji gehwer û rasteqîniya wê dûr xistine ve bê honandin, ristin û raçandin hê ku em zindî ne gora me dê bê kolan, em ê her bibin goriyên nava çalan û dê me bihêre çerxa hovîtiya bi hezaran salan.

Ji ber vê divê em neteweya kurd berî her tiştî, bîra ku dagirker û kujerên me yên nêrehov bi armanca jiholêrakirina me ji me re saz kirine û ji me re kirine gordojeheke bêbinî tune bikin û li ser bingeh û stûnên rasteqîniya xwe ya xwebûnî û gerdûnî bîra xwe ji nû ve saz bikin û tîna xwe ya ji her milî ve bi ava wê bîra xwe bişikînin. Li ser bingeha vê rastiyê, divê her dem bi hişmendî û zanebûna ku bîra zimanê bîra herî sereke û kur a neteweya kurd e û bîra herî dîrokî ya têkoşîna azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê ya xwebûnî û gerdûnî ye tevbigerin û ji bo ku em bişên di roja me de têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî, bi riya wê jî têkoşîna rizgarî û azadiya kurd û Kurdistanê, li dijî hemû cure, rê û rêbazên şerê taybet bi rengekî herî biheybet bimeşînin û bi awayekî serfiraz bi ser bixin destpêkê divê em çîrok û dîroka bîra zimanê kurdî baş bizanin û bidin zanîn. Divê em wek hemû bîrên kurdewar bîra zimanê kurdî jî ji her milî ve bi rengekî herî kûr bivejînin, tevnê wê ji nû ve saz bikin, bihonin, birêsin, biraçînin û wek bîreke jiyanî di hişê her kurdekê/î û mirovahîparêzekê/î de bi cih bikin. Helbet ji bo pêkanîna vê jî divê em bi nêrîn, şêwaz û rêbazên herî rasteqîn û zanistî xwe berdin bîra dîrok û çîroka zimanê kurdî, ku ev yek jî di bîra dîrok û çîroka kurd û Kurdistanê de veşartiye.

Têgihiştina bîra kurdî/kurdewar

Divê em careke din bi taybetî bi bîr bînîn ku bîra dîrok û çîroka kurd û Kurdistanê jî wek a hemû gel û neteweyan ji kêliya pêşîn a destpêkirina daketina wan a qada dîrokê heta roja me her dem, serdem û kêliyê di nava xwe de dihewîne û dimeyîne. Ji ber vê yekê çavkaniya motivasyon û konsantrasyona sereke û jêneger a serketina têkoşîna zimanê kurdî ya rojane bi xwegihandina kûrahiya zanebûn, famkirin, serwextbûn, têgihiştin, hestpêkirin û jiyînkirina jidil û can a bîra zimanê kurdî û bîra hemû nirxên kurdewar û Kurdistanê yên xwebûnî û gerdûnî pêkan e.

Ji ber sedemên ku me li jor destnîşan kirine, dema ku di roja me de têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî tê meşandin divê berî her tiştî pêwistî û armanca zanebûna bîra zimanê kurdî baş bê zanîn, fêmkirin û têgihiştin. Bêguman ji bo serketina têkoşîna zimanê kurdî ew têrê nake. Ji bo serketineke teqez, tekûz û mayînde gava herî girîng vejandin, rojanekirin, zindîkirin û xurtkirina bîra zimanê kurdî ya bi rengekî herî nûjen û zanistî ye. Ji ber vê em ê di nîvîsara xwe ya bê, ya bi navê ‘Bîra Kurdî’ de bi rengekî şênber xwe berdin wê bîra xwebûnî û gerdûnî.