7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Îştarê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da

Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê bi dirûşma “Bi qêrîna jin jiyan azadî dihunin tevna jiyanê” starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya “Bi qêrîna jin jiyan azadî dihunin tevna jiyanê” starta çalakiyên xwe ragihand. Meclisê daxuyanî li Mala Gel da. Beriya daxuyaniyê ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xurbet Îşlek daxuyanî da.

Xurbet Îşlek di daxuyaniyê de diyar kir ku jinên ji bo azadiya xwe têdikoşin di dîrokê de hertim bi êrişan re rû bi rû mane û wiha got: “Di komcivîna jinan a Emerîkaya Latîn de ku di sala 1981’an de li Kolombiyayê kom bû, ji bo bîranîna hersê xwişkên Mîrabel ku têkoşîna azadiyê dane, 25’ê Mijdarê ‘Li Cîhanê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê’ hat îlankirin. Ji wê rojê heya niha jin li beramberî tundutujiya pergala mêrê desthilatdar, di nav têkoşînê de ne. Bi taybet ji ber pêşengtiya jinên kurd têkoşîna azadiya jinê ber bi lutkeyê ve diçe. Pergala mêrê desthilatdar jinên têkoşer ji bo xwe wek xeterî dibîne û komkujiyan pêk tîne. Komkujiya ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê pêkhat û sê jinên têkoşer Sara, Fîdan û Leyla hatin hedefgirtin û gihiştin asta şehadete îspata tirsa pergala mêrê desthilardar ji jinên pêşeng e.”

Xurbet Îşlek bal kişand ser rewşa jinên bakurê Kurdistanê û wiha axivî: “Girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji jinên berxwedêr tijîne. Ev yek diyar dike ku desthilatdariya mêr ji yekitiya jinan çiqas ditirse. Lê bi yekitî û hevgirtina jinan ya di têkoşînê de tu carî pergala mêrê desthilatdar negihije armanca xwe. Roj nîne ku jin li seranserî cîhanê bi tundutujiyê re rû bi rû neminin. Ji tacîzê bigre heya destdirêjî û qetilkirinê. Jin tenê bixwe rêxistinkirinê dikare xwe ji tundutujiyê rizgar bike. Li ser vê esasê em wekî meclîsa jinan a wargeha Şehîd Rustem Cudî bi wesîleya roja têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê em tundutujiyê şermezar dikin û dibêjin heta azadiya jin û civakê emê têkoşîna xwe mezin bikin û li mîrateya jinên têkoşer xwedî derkevin.”

Çalakiyên ku dê bên lidarxistin;

* Paneleke berfireh li ser tundutujiya li ser jin wê were bi rêxistinkirin.

* Li Saziya Malbatên Şehîdan semîner were dayîn.

* Bi qada perwerdê û YXA re ji bo xwendekarên amadeyi rêze semîner bê dayîn.

* Roja 25’ê Mijdarê meşeke girseyî were li darxistin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.