3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd kevirê teneşîrê ye!

Desthilatdariya AKP/MHP’ê ji şîrazeya însanî, dewleta Tirkiyeyê jî, ji şîrazeya hiqûqê derketine. Desthilatdarî û dewlet, di acz-î mutlaq de ne û bûne bingeha felaket û tofanên mezin.

Di 18’ê Mijdarê wê Meşa Gemlîkê bê li dar xistin. Meşa Gemlîkê, tenê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş çênabe, Ji bo mahkumkirina desthilatdarî û dewleta egoist e. Egoîzma tirk-î turan, bi lîbasekî şeş berî, fereh, pirrrengî hatiye qaz kirin. Sedem jî sîstema dewşîrmetî ye. Sîstema Yenîçerî, ji zarokên gelên cûda pêkdihat, bû dînamîzma dagirkerî, talan, tunekirin û wêrankirinê. Bi gotina Fernand Braudel, bû destpêka pêşketinên drametîk.

Komara Tirkiyeyê, di encama sextekarî û bêbextiyên însanî de hat avakirin. Tecrîd jî gelo, ne encama kronolojiya bêbextî û sextekariyên ku tevahiya cîhanê te de cih girtin e?

Ev pirs, her cure paşverûtî, qirêjî, nijadperesti û dahî kiryarên faşîzan digire nava xwe. Eger Machiawellî sax bûya, wî dê li hemberî felsefeya siyasî ya îro, tenê gotina “tîrantî” bikar neanîya, wî navekî din bikarbianiya. Ji ber ku tîrantî, ji bav radestî kur dibe, lê faşîzma dewşîrme, sed û bîst sal in ji mirovekî bê-esîl radestî mirovekî bê-esil dibe. Di faşîzma sedsalê de ne xwîn, bê-esli serdest e.

Em hinekî vekin: Desthilatdariya Erdogan xwe misilman nîşan dide. Lê misilmatî heqîqetek mutlaq e. Misilmantiya Erdogan û desthilatdariya wî ne misilmantiya mutlaq e. Di îslamê de, emanet teslîmî ehlê wê tê kirin. Erdogan ne ehlê vî emanetî ye!..

Mînak; dema cûbeyê xelîfetiyê ji Misirê ji Sultan Selîm re hat, cîhana îslamê got; “Em xelîfetiya mirovekî bê esil qebûl nakin.” Şêxên Îdrîsî, şecereyek ji Siltan Selîm re çêkirin û dara malbata Selîm gihandin hevjina Îbrahîm Xelîl, Ketuna-Ketura û gotin, Selîm xwarziyê kurdan e. Dîrokzan Ayvarov, di vê babetê de dibêje; “Ji esalet û maquliya kurdan şûphe nebû, cîhana îslamî jî xelîfetiya Selîm qebûl kir. Di îslamiyetê de yekemîn car, kurdên Samanî li ser navê xanedaniya xwe xutbe dane xwendin, Piştre di cîhana Îslamî de bû adet.”

Lê şecereya Erdogan, heta bi çend bavan, dibe rûm, bi dapîrê dibe gurcî. Hinek kesên melaq û mîjok, wî wekî “reîs” bi nav dikin. Halet-î ruhiyeya “reîs” di ola îslamî de emr-î îlahî nine, gotinek “nefsî” ye û newî “muşrik”î ye.

Ansîklopediya îslamî jî “tecrîd”ê weke “şelandin, girtin, cûdakirin, tunekirinê şîrove dike. Ji bo vê jî divê em pirsgirêkê di çavkaniya wê de zemt bikin. Yanî divê em, felsefeya dîrokê û sosyolojiyê baş fêr bibin. Ocalan, her dem digot, “Divê siyasetmedarên me felsefê fêr bibin.” Di fêrbûna felsefê de dîsîplîn, aheng heye. Întelîjansiya kurd, hîna jî behsa “bêalîti”yê dike. Gotina bêaltî, tunekirina disîplîn û ahenga hişmendiyê ye û felcbûn e. Gotina bêalîtî, berhemê dagirkerên Kurdistanê ye, bi armanca “tiral”kirin, “zexel”kirin, “kasûlî”kirin û dûrkirina ji rastiya xwe ye. Tu kes, nikare li hemberî dagirkerên ku Kurdistan kirina dojeha Dantê bêdeng û bêalî bimîne.

Dewleta tirk, dîrok tecrîd kiriye, gorên pêşengên kurdan tecrîd kirine, nasname, ziman û hebûna kurdan tecrîd kirine.

Kujerên kurdan jî xelat kirine û dike. Întelîjansiya kurd, nikare destûrê bide Erdogan û desthilatdariya wî ku di destîniya (çarenûs) gelê kurd de bibe xwedî gotin. Wan di Kurdistana wêrankirî de, gelê kurd kiriye, “ewlad-û ayal.” Ji bo vê jî “îksîr”a jehrî şiringayî bedena rewşenbîriya kurd dike. Her dilopa “îksîr”a jehrî, xeleke ji zincîra tecrîdê ye û tê wateya tunekirinê. Bextewarî, serkeftin, xelat û rûmet ne di amûr, pere, kursi û ekranên tv’yên desthilatdariya sîstema haydud û ceberrûd de ne; di alîgiriya gel de ye. Divê diyalektîka rewşenbîriya kurd, hemû dengên nijdaperestî, hemû mij û morana xapandin, bangên demagojîk parçe bike, weke ronahiyê derkevê pêş û piştre rê nîşanê gel bide.

Bêdengiya li hemebrî van kiryaran, “jesta” destekirina faşîzma dewşirme ye. Tecrîd, kiryarek kûrewî ye, feylesof, sosyolog, dîrokzan, parêzer, rojnamevan, yanî înatelîjansiya cîhanê, li dijî tecrîda kûrewî ya li Imraliyê derdikeve. Piştî banga li 74 welatan, di 28’ê cotmehê de, 78 rewşenbîr, demokrat û kesayetan li Stenbolê daxuiyaniyek hevpar dan, banga rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk kirin.

Gelo rewşenbîriya kurd, biqasî van mirovan degel naye û wê kengî xwe ji “hezimet” û “wehamet”a bêalîtiyê rizgar bike? Piştî 40 salî şerê azadiyê, em nikarin bibin parêzvanên fikir û hişmenduya ku tevlî guhertin û şoreşa gelan nabe. Ev lewazî, belengazî û perîşaniya hiş, hişmendî û hewngîriyê ye. Divê em nebin algirên “ewlad-û ayal”ê welatê wêrankirî.

Tecrîd ne qeder e, ne kelama îlahî ye û ne “wecîbeyek” olî û însanî ye. Biqasî komploya korsanî, lîstikek trajîk e, kiryarek faşîzan û siyasetek ji ya Machiawelîst wêdetir e. Yanî tecrîd, olvedana sedsala navîn e. Li hemberî mucîze û felsefeya sedsalê ya Rêber Ocalan zaafiyetek ku hîna nav lê ne hatiye kirine.

Lê pirs ev e; gelo bêdengiya li hemberî van kiryaran, ne vesîqeya şermê ye? Kurdên ku qîma xwe bi wesîqeya şermê tînin gelekî zêde hene. Bêyî ku em sedema felsefeya polîtîk nîşan bidin; em dikarin, di radeya jor de behsa alîkarê serokkomar Cewat Yilmaz bikin; li qada jêr jî behsa cerdevanekî ji gundekî Midyadê bikin, ku ew dikarin yafteya şermê bikin stûyê xwe.

Divê rewşenbîriya kurd, bi giştî û bêyî nefilandinê, (fire) bide, zincîr û leleyên li hişmendiya kurd dane parçe bikin

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, bi yek hevokê, tê wateya razandina tevahiya rewşenbîrên kurd li ser kevirê teneşîrê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê