3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tozo: Gel çareseriyê di azadiya Rêber Apo de dibîne

Endamê Komîteya Amadekar a Înîsiyatifa Gel a Kantona Hesekê Farûk Tozo diyar kir ku çalakiya konê azadiyê eleqeyek pir mezin dît û got: “Gel daxwaza azadiya Rêber Apo dike. Gel çareseriyê di azadiya Rêber Apo de dibine.

Însaytîfa gel a kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” di 10’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê konê çalakiyê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan li taxa Mişêrfê veda. Çalakiya kon bi daxwiyaniyeke girseyî dest pê kir. Bêrîtan Xalid daxuyanî xwend û bang kir ku tavilê tecrîd bê rakirin. Bêritan Xalid anî ziman ku ew carek din bang li hemû civaka navneteweyî û mirovên xwedî wijdan, rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku zextê li dewlet û hikûmeta sûcdar Erdogan bikin. Xalid xwest demildest Rêber Abdulah Ocalan azad bikin. Çalakiya kon di 16’ê Cotmehê de bi dawî bû.

Têkildarî çalakiya ku hefteyekê berdewam kir, Endamê Komîteya Amadekar a Înîsiyatifa Gel a Kantona Hesekê Farûk Tozo nirxandin kir.

Ji her navendê hatin serdana kon

Farûk Tozo diyar kir ku konê çalakiya azadiyê di 10’ê Cotmehê de hat vedan û di 16’ê cotmehê de çalakiya kon bi dawî bû û wiha got: “Roja ewil tevlêbûn ji Hesekê, roja duyemîn ji navenda Dirbêsiyê, roja sisiyan ji navendên Tiltemir, Zirgan, Kantona Veşokanî, roja çaran ji navendên Mergeda û Şedadê, roja pêncan ji navendên Hol û Enîşa, roja şeşan ji navendên ji Serêkaniyê  hatin tev li çalakiya kon bûn.

Tozo, da zanîn ku di roja ewil de daxuyaniyek bigirseyî hat dayîn û wiha got: “Di daxuyaniyê de banga hemû nûnerên navneteweyî kirin û xwestin her kes li feylezofê serdemê xwedî derkevin. Di daxuyaniyê de xwestin êdî Feylezofê serdemê bigêje azadiya fizîkî û ji bo vê yekê ji hemû beşên civakê hat xwestin ku hestiyar tev bigerin.”

‘Çareserî azadiya Rêber Apo ye’

Farûk Tozo, bibîr xist ku hemû kesên hatin serdana kon destnîşan kirin ku çareserî di azadiya Rêber Apo de ye. Hemûyan tecrîdkirina Rêber Apo şermezar kirin. Hemû kesên serdan kirin şermezar kirin ku heta niha çima Rêber Apo nehatiye berdan û bi awayekî adilane nehatiye darizandin. Beşdaran destnîşan kirin ku tecrîd ji bo hemû kesên dibin hevkarên Tirkiyeyê şermek pir mezin e û cihê şermezariyê ye.”

Gel bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman

Faruk Tozo destnişan kir ku di roja dawî de jî hemû kesên serdana kon kirin, bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman û wiha lê zêde kir: “Hemûyan doza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin. Hemûyan hestên xwe yên ji bo Rêber Apo anîn ziman. Bertekên xwe yên li dijî hevkarên tecrîdê anîn ziman. Tevan rol û lîstika Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatên Suriyeyê Şermezar kirin. Helwesta Tirkiyeyê ya ku deriye xwe li terorîstên ketin axa Sûriye û dest bi talankirin û qirkirinê kirin şermezar kirin.

Beşdaran dîsa bang li rêxistina navdewletî kirin û xwestin li dijî van kiryaran bêdeng neminin. Hemû kesan dewlet û rêxistinên li dijî van kiryaran bêdeng dimînin şermezar kirin û xwestin êdî li hemberî helwesta Tirkiye ya li dijî Rêber Apo û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng neminin. Xwestin bi çavekî biçûk li Rêber Ocalan nenerin.

Di bin kon de stranên şoreşgerî hatin stîn. Her roj dirûşmeyên azadiyê hatin berzkirin. Gel bi moral û coşek pir mezin dihatin serdana kon. Axaftinên xwe bi moralekî mezin digotin. Helwesta xwe dinaîn ziman. Diyar dikirin ku dê li Serokê xwe xwedî derkevin. Hemûyan anîn ziman ku Serokê Neteweyî di cîhanekê de xwedî rol û ristek gelek mezin e û heta dawî xwedî derketina xwe anîn ziman.”