27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Botan-Der dest bi dersên kurdî kir

Hevserokê BOTAN-DER’ê Metîn Kiliçaslan, diyar kir ku eleqeyeke baş ji bo komeleya wan heye û agahî da ku îro dest bi dayîna dersan dikin.

Di salên dawîn de zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê ji aliyê gelek kesan ve nayê axaftin. Ji ber vê yekê jî axaftina bi kurdî kêm dibe û zarokên kurdan jî bêtir bala wan diçe ser zimanê tirkî. Ji bo ku pêşî li vê rewşê bê girtin komeleyên zimanê kurdî tên vekirin. Di vê çarçoveyê de heta niha li gelek bajarên bakurê Kurdistanê komele hatine vekirin. Herî dawî jî di 31’ê cotmehê de li Sêrtê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê (Botan-DER) hat vekirin.

Hevserokê BOTAN-DER’ê Metîn Kiliçaslan der barê vekirina komeleyê û xebatên wan de ji rojnameya me re axivî. Metîn Kiliçaslan, diyar kir ku ji ber dîtine zimanê kurdî tê pişaftin biryara vekirina komeleyê dane û wiha got: “Me li kuderê dinêrî zimanê biyanî dihate axaftin. Ji bo pêşeroja gelê me û ya herî girîng jî ji bo zarokan vekirina komeleyê pêwîstiyek herî mezin bû. Vekirina komeleyê jî li ser vê yekê bû; hem daxwaz hebûn hem jî me pêwistî dît ku em pêşiya vê bişaftinê  bigirin. Di rastiya xwe de çeka herî mezin zimanê me ye.”

Sêrtî eleqe nîşanî Botan-Der’ê didin

Di berdewamê de Kiliçaslan bal kişand ser eleqeya welatiyan a ji bo komeleya wan û der barê xebat û amadekariyên komeleya wan de ev agahî dan: “Nêzîkî du hefteyan e me komeleya  xwe vekiriye. Eleqe ji bo komeleya me heye. Pêşwaziyek mezin ji bo komeleya me heye û têkiliyên germ çêdibin. Heta niha me du pol amade kirine, tevlibûnek mezin ji rêxistinên sivîl heye. Heta niha çar mamosteyên me hene. Em hêj di nav hewildanan de ne ku mamosteyên xwe zêde bikin û tevlibûnek xurt li pêş bixin.”

Wê îro qurs dest pê bikin

Kiliçaslan, di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo dayîna dersan amadekariyên xwe kirine û ev tişt got: “Ger rewşeke awarte çêbibe em ê bi awayekî onlinê dersên xwe bidin.  Em ê îro dest bi qursan bikin. Em ê hewl bidin ku hefteyê du car ders bidin. Hem bi roj hem jî bi şev em ê dersan bidin. Herî dawî banga me ji bo gelê Sêrtê ev e; bila bê zimanê xwe nemînin. Xwedî li zimanê xwe derkevin û li Sêrtê ji bo hemû deveran bikin mînak û zimanê xwe mezintir bikin.” SÊRT