5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêgerîna rastiyê

“Eger dualîteya jiyanê û mirinê di cihekî de hatiye asêkirin, sedema vê ji sedî sed civakî ye. Ya rastî, ne mirineke weke tê gotin û li ber me tê danîn heye, ne jî jiyaneke timî reklama wê tê kirin têkiliya wê bi jiyanê re heye. Divê em rastiya xwe ya jiyanê ku kirine mîna sîmulasyonê (divê weke teqlîda mekanîk a jiyanê were fêhmkirin) fêhm bikin. Hema hinekî jî rêz û hurmeta mirov ji jiyanê re hebe, hewce dike mirov ji vê toqa lanetê ya her li dora xwe dizîvire û xwe dubare dike, xwe rizgar bike.’’ (Abdullah Ocalan)

Cewhera hemû dîroka mirovahiyê dikare bi yek hevokê were îfade kirin, lêgerîna rastiyê. Xwe bibînin, bersiva pirsên heyî bibînin, vê dinyayê fêm bikin, cihê xwe tê de fêm bikin, rastiyê bibînin. Hişên herî baş ê mirovahîyê xwe ji bo vî karî êşandin.

“Yê ku ji bo bidestxistina azadiya xwe cesaret neke jiyana xwe bixe xeteriyê, layîq e ku bibe kole.” (Hegel)

Ji ber vê yekê feylesofê mezin ê alman Georg Wilhelm Friedrich Hegel zêdetirî dused sal berê zagonên diyalektîka materyalîst a pêşketina xweza û civakê formule kir, ya sereke û giştîkirina wan “Qanûna înkarkirina înkarê” ye. Felsefeya diyalektîk a Hegel li ser yekbûna sê xalên sereke ava bûye; derbaskirina kevin, berdewamiya pêşveçûnê û pejirandina nû.

Bêyî înkara kevin, zayîn û mezinbûna nû ne mimkûn e û ji ber vê yekê pêvajoya pêşketinê jî ne mimkûn e. Pêşketin derketina nakokiyeke mantiqî û rakirina wê di pêşerojê de ye; di vê wateyê de jidayikbûna neyîniya hundirîn a qonaxa berê ye û piştre jî înkarkirina vê înkarê ye.

Hilweşîna Yekitiya Sovyetê bi înkarkirina nirxên bingehîn ên sosyalîzmê, înkarkirina mîrateya Lenîn û her tiştê ku pê ve girêdayî dest pê kir. Zêdetirî nîv sedsal berê, nivîskarê mezin ê alman xwediyê xelata Nobelê Thomas Mann, dij-komunîzmê weke “bêaqiliya herî mezin a sedsala 20’an” bi nav kir. Dij-komunîzm nikare îdeolojî û felsefeyekê bike. Belê, ew komek etîketan e ku peyamek afirîner nagire, tenê mirovan parçe dike û hişmendiya nazik a ciwanan bi kelecan dike. Mirov çawa dikare çeka berê ya ceribandinê “parçe bike û bi rê ve bibe” ji bîr bike?

Sedsala bîstemîn derbas bû lê “bêaqiliya herî mezin” ne tenê ji holê ranebûye her wiha karaktera epîdemiyê girtiye. Kesên ku di çerxa dij-komunîzmê de bûn ku niha şiklê dij-azadiyê girtine, bi lez û bez hildiweşin. Di rastiyê de dij-komunîzm dikare weke celebek ango vîrusek ku mêjî tune dike û dibe sedema windakirina hişmendiyê were hesibandin. Bi dîtina min  ne zehmete mirov  di 20-25 salên borî de di nav civakê de ketina entelektuelî ya ku hem di warê perwerde, çand û exlaqê de û her wiha di girîngiya civakî ya kêm a keda afirîner de neyê dîtin.

Pisporên “Enstîtuya Pispor a Lêkolînên Civakî” li Moskowê mijarên lezgîn ên nasnameya civakî û dadmendiyê nîqaş kirin. Nîqaşên wan bi kurtasî wiha bûn:

3 Dadmendî îdeala me ye ku tenê di pêşerojê de dikare pêk were

3 Em ji yên din cuda dibin ku em ji wan çêtir in.

3 Nirxên me yên kevneşopî yên taybetî hene ku em aşkera nakin

3 Em xwedî azadiyên kolektîf in, ji ber vê yekê em ne hewceyî azadiyên takekesî ne.

3 Feraseta me ya azadiyê bi rastê ve girêdayiye: kî bihêztir û dewlemendtir be rast e.

3 Têgihîştina Rûsyayê ya azadiyê ew qas bêhempa ye ku li şûna azadiyê em hikûmetek bihêz û dewletek bihêz hilbijêrin.

Ez dixwazim bi tiştê ku min dest pê kir bi dawî bikim; ku cewhera hemû dîroka mirovahiyê dikare bi yek hevokê were vegotin, lêgerîna rastiyê. Pirsên herheyî yên gerdûnê di hişê me de dilerizin: ez kî me? Ez çi dixwazim; bextewariya herî bilind ji bo hemûyan an bextewariya herî nizm ji bo xwe tenê? Ez ji bo çi têdikoşim; aborî, hêz, azadiya kuştin û talankirinê, yan sînordarkirina maqûl xerîzeyên (güdü) xwe yên ne mirovî li ser navê wateya mezintir a mirovbûnê?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê