3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kuştin xwekuştin û hevkuştin

Têkiliyeke xurt di navbera civakê û takekes de heye û jixwe takekes civakê ava dikin. Hebûna civakê girêdayî hebûna takekes e. Her wiha hebûna takekes jî girêdayî hebûna civakê ye. Ev têkilî ji ber hinek sedeman carinan xurt carinan jî qels dibe, lê ji bo berdewamiya her duyan jî pêwistî bi vê têkiliyê heye. Takekes di nav cîvakê de dibe xwedî nasnameyekê. Heke ku kes li gor vê nasnameya civakî tevbigere di civakê de tê qebûlkirin. Lê heke takekes li dijî nasnameya civakê tevbigere îhtîmala dûrxistina ji civakê yan jî îhtîmala kuştina takekes derdikeve holê. Lewra hinek kes nasnameyên xwe ji civakê vedişêrin. Di roja me ya îroyîn de dewlet pirî caran midaxaleyê têkiliya di navbera takekes û civakê de dikin. Dewlet hiqûqê ava dikin û vê hiqûqê wekî nirxên civakî li ser civakê ferz dikin. Piştî demekê civak jî vê hiqûqa dewletê li ser takekes ferz dike. Hiqûqa dewletan êdî şûna nirxên civakî digire. Kesên vê yekê ferq dikin û li hemberî vê yekê derdikevin ji hêla dewletê ve di nav civakê de têne reşkirin, têne kuştin an jî bi rêya mekanîzmayên kontrolkirinê ji civakê têne dûrxistin. Bi vî awayî şûna têkiliya xurt a di navbera civak û takekes de têkoşîneke xurt digire. Ev têkoşîn bi xwe re kuştin, xwekuştin û hevkuştinê tîne. Ango yan civak takekes dikuje yan jî li ser zexta civakê takekes xwe dikuje yan jî takekes ditengije û ji civakê hinekan dikuje. Helbet li vir armanca min ne rewakirina kuştin an jî xwekuştinê ye. Lê ev diyardeyên civakî ne ku carinan bi midaxelekirina derveyî pêk tên. Lewra analîza li ser van diyardeyan dibe ku bibe sedema hişyariyê.

Di vê nivîsê de peyva kuştinê di wateya kuştinên dewletê de ye ku dewletên dagirker her roj li tevahiya Kurdistanê kurdan dikujin. Xwekuştin di wateya kesek dawî li jiyana xwe tîne de ye ku êdî bûye diyardeyeke rojan e. Hevkuştin jî di wateya ji heman civakê kes hevdû bikujin de ye ku ev jî di nav me kurdan de pir berbelav e û lewra peyva ‘birakujî’yê her tim tê bikaranîn. Rêjeya van her sê cureyên mirin/kuştinê di encamên polîtîkayên dewletên dagirker de li welatê me di van demên dawî de pir zêde bûye.

Li gorî Dûrkheîm di her civakê de meyla xwekuştinê heye. Ango xwekuştin diyardeyeke dîrokî ye û di nav hemû civakan de peyda dibe. Lê helbet sedemên vê diyardeyê jî hene ku rêjeya wê kêm an jî zêde dikin. Di civaknasiyê de jî bûyer û diyarde li gorî civakan tên nirxandin û şîrovekirin. Ji ber ku xwekuştin jî diyardeyeke civakî ye, divê li gorî civakan bê nirxandin. Sedemên vê diyardeyê ji ber rewş, çand, ol, aborî her wiha diguherin. Bi gotina Dûrkheîm di navbera xwekuştin û faktorên civakî yên wekî pîşe, malbat, zewac, şer, tengezariyên civakî de dibe ku têkiliyeke xurt hebe. Sermeselê heke di nav malbatê de girêdaneke xurt hebe, di vê civakê de bûyerên xwekuştinê kêm dibin. An jî heke zewac bi darê zorê bin, bûyerên xwekuştinê zêde dibin. An jî heke aboriya civakê bi giştî ne baş be, dibe ku bûyerên xwekuştinê dîsa zêde bibin. Xwekuştin ji ber van sedeman kêm an jî zêde dibin.

Werhasil diyardeyên civakî li gor sedemên civakî têne guherîn. Lê dema em civakên wekî ya me kurdan dinêrin, em ê bibînin ku xaleke din li van sedeman zêde dibe. Bêguman ew jî polîtîkayên dewletên dagirker e ku li ser mêtingehan bi rêk û pêk dimeşînin. Li bakurê Kurdistanê jî di van demên dawî de rêjeya xwekuştin û hevkuştinê zêde bûye û hê jî dibe. Li gor nûçeyeke di Ajansa Mezopotayayê de tenê li Şirnex û navçeyên wê di 22 mehên dawî de 27 kesî xwe kuştiye. Ji van 27 kesî piranî ji wan ciwan in û temenê wan 17-26 salî ne. Helbet di nav sedemên xwekuştinê de aborî, rewşa malbatê, zewac û yên din hene. Lê li gor baweriya min sedema sereke şer, zext û zordariya dewletê ye ku li vî bajarî bi awayekî rêk û pêk dimeşîne. Taybetî piştî sala 2016’an li tevahiya bakurê Kurdistanê dewletê li ser ciwan û gelê herêmê şerekî psîkolojîk da destpêkirin. Li herêmê ji madeyên hişbir bigirin heta fihûşê, ji wir heta destdirêjî û sixûrtî pêş xist. Her wiha mekanîzmeyeke xurt a kontrolkirina civakê da destpêkirin. Sermeselê li serê her kolanê kamerayên mobeseyê danîn, kontrolkirina nasnameyan pir zêde kirin, nava bajaran wesayîtên zirxî pir ber bi çav kirin, li her derê al û sembolên dewletê daliqandin, li park û kafeyên bajaran tijî polîs, leşker û nûnerên dewletê kirin, bi kurt û kurmancî xwestin ku dewlet her tim di nav civakê de be û civak dewletê hîs bike. Ji ber van polîtîkayên dewletê qad li civakê teng bû û di eslê xwe de bi van polîtîkayan dewletê xwest civakê bifetisîne. Lewra hevkuştin jî zêde bûye ku em her roj di nûçeyan de bûyerên hevkuştinê dibihîzin. Di kurmancî de dibêjin; “nikare kerê, teperepê ji kurtên tîne” ev tam bûye meseleya me. Ji ber em nikarin pêşiyê li zext û zordariya dewletê bigirin, berê xwe didin hev û hevdû dikujin. Li ser meseleya kuştinên dewletan jî hewceyî istatîstikê nake. Jixwe her roj li her devera Kurdistanê kurd bi destên dagirkeran tên kuştin. Ji rojhilat/Jîna Emînî bigirin heta rojava/komkujiyên bi balafirên bêmirov, ji bakur/bi kuştinên wesayîtên zirxî bigirin heta başûr/komkujiyên çekên kimyewî her roj li ber çavên dinyayê pêk tên.

Piştî şerê berxwedanê yê bajaran dewletê li bakurê Kurdistanê şerê psîkolojîk di nav civakê de pêş xist. Ji ber ku di vî şerî de dewlet negihişt armancên xwe, berê xwe da polîtîkayên taybet. Heke meriv ji van polîtîkayan çendeka bibêje; valakirina bajaran ku armanca sereke ya vî şerî bû lewra di van bajaran de xizanî, tirs, tehde, zext, îşkence, kuştin û hwd. pêşxistin da ku civak berê xwe bide metropol û welatên din. Her çiqas daneyên ku civaknasî xwe li ser wan ava dike di destên me de nebin jî koçberî û penaberiya gelê Kurdistanê gihiştiye asta salên 1990’î. Li dijî nirxên netewî pêşxistina hestên feodalî ji bo vê jî serokeşîr derxistin pêş û populîzma eşîrtiyê di nav xort û civakê de xurt kir. Girtin û serdegirtinên malan rûtîn kirin, bi vê jî xwestin tirsê di nav civakên vê herêmê de belav bikin. Bi van polîtîkayan dewletê di kesayetiya takekes de qad li civakê teng kir. Têkiliya takekes û civakê qels bû lewra kuştin, xwekuştin û hevkuştin di nav me de zêde bûye. Tişta xuya dike, dagirker heta astekê gihiştine armanca xwe, ji ber ku her roj ev her sê cureyên kuştinê di nav me de pêk tên û pir zêde bûne.