17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Wê dayika min çawa zilma li me hatiye kirin qebûl bike’

Ferît Şenyaşar, di nobeta edaletê de got ku mala dayika wî hatiye xerakirin wê çawa zilma li wan hatiye kirin qebûl bike û weke tiştek nebûyî jiyana xwe bidomîne.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 618’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro jî hatin ber deriyê edliyeyê tevî barîna baranê jî nobeta xwe didomînin.

Ferît Şenyaşar, diyar kir ku li dijî bêhiqûqiyê dayika wî li ber xwe dide û wiha got: “Hevjîna wê û du lawên wê hatine kuştin, lawekî wê jî 4 sal in di hucreyeke yekkesî de girtî dimîne. Bila mirov nebêjin bila biçe mala xwe rûne. Ev zilmek e. Mala dayikê hatiye xerakirin, dayik wê çawa vê zilmê qebûl bike û biçe malê û weke tiştek nebûyî jiyana xwe bidomîne.”

Şenyaşar, bang li AKP’ê û Wezareta Dadê kir û ev tişt gotin: “Meqamê her kesê heye lê dayika her kesê jî heye. Dema dayik li malên xwe li odeyên germ bi neviyên xwe re mijûl dibin, Emîne Şenyaşar li ber edliyeyê tenê “Edaletê” dixwaze. Doznameyek hate amadekirin. Dayik kurê xwe yê girtî dixwaze. Heta ew dernekeve wê ji ber deriyê edliyeyê neçe. Ev ne daxwazeke taybet e, dewleta hiqûqê tişta pêwîst pêk bîne wê kurê wê derkeve. Wê dayik jî nobeta xwe bi dawî bike. Gunehê dayikê di stuyê herkesên ku di nava dewletê de xwedî rayeyê ne. Em heqê xwe ji wan re helal nakin.”