6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnamegerên girtî daxuyanî hat dayîn

Ji bo rojnamegerên ku 5 meh in hatine girtin li ber deriyê Edliyeya Amedê ji aliyê DFG û MKGP’ê ve daxuyanî hat dayin.

Di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Rojnamegerên ku bi îdiaya ji ber nûçe û bernameyên çêkirine têne darizandin 5 meh in der barê wan de heta niha tu îdianame nehatiye amadekirin.

Bi boneya ku 5 meh in rojnameger di girtîgehê de ne îro li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi beşdarbûna Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Nûnertiya DÎSK’ê ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, parlemantera HDP’ê Remziye Tosûn, hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên  Demokratîk (DBP) û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.

Girtina rojnamegeran bêhiqûqî ye

Daxuniyaniya ku li ser navê rojnemeyên girtî hat xwendin. Xwendina Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê endamê DFG’ê Kadrî Esen û ya tirkî ji aliyê Gulşen Koçûk hat xwendin. Kadrî Esen di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa rojnamegerên girtî û wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna li dijî xebatkarên çapemeniya azad de di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Piştî 8 rojan di bin çavan de man, bi awayekî bêhiqûqî ji aliyê dadgehê ve 16 rojnameger li Amedê hatin girtin. Ji ber hevalên me bi kamerayên xwe heqîqet diparastin, ji ber bêhiqûqîya desthilatê dixwaze civakê bêhilm bihêle, teşhîr kirin, ji ber bûn dengê kesên tên çewisandin, bûn dengê jin, ciwan û gelek kesan loma hatin girtin. Di her kêliyê de berî ku berê xwe bidin civakê di destpêkê de xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, girtin, kuştin. Cihên xebatkarên çapemeniya azad lê di xebitîn hatin bombekirin.”

Bila kes nebe hevparê vê fedîkariyê

Di dawiya axaftina xwe de Esen, diyar kir ku ew ê li pey şopa heqîqetê bin û dê dest ji çapameniyê bernedin û wiha got: “En guherîn û çûn her tim desthilat bi xwe bûn. AKP’a ku bi sozên demokrasî, mafên mirovan, zagona sivîl bû desthilat jî bi rê û rêbazên berê hatine ceribandin êrîşê çapemeniya azad kir. Vê carê jî 10 hevalên di 25’ê cotmehê de hatin girtin. Ev jî têr nekir, wekî salên 1990, 2011 û 2016’an bi ser buroyên me de girtin, dest danîn ser alavên me. Em dixwazin ev tişt bê zanîn; karê rojnamegerên di 8’ê hezîranê û 25’ê cotmehê de hatin girtin di nîvî de nema. Divê êdî tu kes nebin hevparê vê fedîkariya ku veguheriye cezayekî.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin”  bi dawî bû.