17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê salek li pey xwe hişt

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyên wan nexweş û yên înfazê wan hatiye şewitandin dabûn dest pê kirin salek li pey xwe hişt

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin salek li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ku li ber Edliyeya Amedê kom bûn, têkildarî çalakiya salvegera 1’emîn daxuyanî dan. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyat Ceylan, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê û Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) Nûnertiya DÎSK’a Amedê  û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler spasiyên xwe pêşkeşî kesên tev li çalakiya wan bûne kir û wiha got: “Deriyek nema ku me lênexist. Tişta ku em ji dewletê dixwazin edalet e. Bêedaletiyê ava nekin. Piştî ku me dest bi çalakiya nobeta edaletê kirin girtî tî û birçî hatin hiştin. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em ê her tim li cem girtiyên xwe bin. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”

Mafê tenduristiyê tê astengkirin

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran jî diyar kir ku girtîgeh birînên ne kewandî yên Tirkiyeyê ne û wiha got: “Girtî bi nameyan xwe digihînin me. Binpêkirinên mafan ên dijîn ji me re radigihînin. Em dibinin ku mafê xwe gihandina tenduristiyê tê astengkirin. Tevî ku saziyên tenduristiyê raporan didin jî nayên berdan. Divê Saziya Tiba Edlî (ATK) tena serê xwe biryarê nede, divê bi wergirtina nêrîna bijîşkên pispor rapor bên amade kirin. Dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan.”

Dengê edaletê bibîhisin

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yûsûf Çakas jî mirina bi dehan girtiyên nexweş û şewitandina înfaza bi sedan girtiyan bi bîr xist û anî ziman ku berxwedana dayikan mafdar e. Çakas, bang li desthilatê kir û wiha got: “Her kesê ev dengê edaletê bihîst lê deshilatê nebihîst. Vî dengî bibîhisin. Baran bibare jî lêgerîna edaletê didome. Em li cem vê lêgerîna edaletê têdikoşin. Bijî berxwedana zindanan.”

‘Divê daxwazên malbatan bên bicihanîn’

 Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren jî diyar kir ku malbat havîn û zivistanê tevî sir û seqemê li ber girtîgeh, ATK’ê û edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û got: “Malbatên me yên dest bi nobeta edaletê kirin dixwazin pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî bibin. Pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin ne tene pirsgirêkên girtîgehan, pirsgirêkên malbatan, baroyan, saziyan û her kesên li welat dijîn in. Têkoşîna mafên mirovan divê ji aliyê her kesê ve bê dayîn. Divê daxwazên mafdar ên malbatan demildest bên bicihanîn.”

‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’

Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Ozum Vûrgûn a dû re metna çapemeniyê xwend, da zanîn ku çalakiya nobeta edaletê ya malbatên girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin dane destpêkirin salek li pey xwe hişt û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û got: “Divê ji bilî ATK’ê raporên nexweşxaneyên baş û nexweşxaneyên zanîngehê jî bên qebûlkirin. Divê ATK were guhertin û bibe saziyeke serbixwe û yek alî. Divê daxwazên girtiyên nexweş bên bicih, girtiyên nexweş bên berdan û xwe gihandina tenduristiyê pêk nayê.”