6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muslîm: Dewleta tirk senaryo amade kiriye

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, têkiliya êrîşkara teqîna Taksîm a Stenbolê bi OSO’yê re heye.

Di teqîna li ser Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê pêk hat de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 81 kes jî birîndar bûbûn. Nîqaşên têkildarî vê êrîşê berdewam dikin. Di daxuyaniyên ji aliyê hikumetê ve bilez û bez hatin kirin de hat îdiakirin ku êrîş ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin û êrîşkar ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye. Lê îdia hatin derewandin û hat bilêvkirin ku bi îdiayan ji êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bingehek tê amadekirin. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî tiştên qewimîn ji ANF’ê re axivî.

Salih Muslim, diyar kir ku ev êrîş komployeke ji aliyê Hêzên Şerê Taybet ên dewleta tirk ve hatiye organîzekirin û wiha got: “Ev êrîşeke terorîstî ye û em jî weke her kesî vê êrîşê şermezar dikin. Ev entrîkayên Osmaniyan e û bi kêrî kesî nayê. Hêzên Rojava, HSD, Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji roja destpêkê ve gelek daxuyaniyên ji bo şermezarkirina vê êrîşê dan.”

Ji bo êrîş bikin senaryo amade kirine

Muslim, bi lêv kir ku divê li hemberî xetereya zêdebûna êrîşên li ser Rojava tedbîr bên girtin û wiha berdewam kir: “Êrîşên li ser Rojava ranewestiyane. Dikarin vê hê bêtir xurt bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû hêz û hêzên me yên demokratîk ji vê re amade bin. Divê em tedbîrên xwe werbigirin. Dewleta tirk ji ber ku planên xwe yên li Rojava pêk neaniye serî li komployeke bi vî rengî daye û bi taybet Kobanê kiriye hedef. Tişta ku bi taybet Kobanê dikin hedef ji bo tolhildanê ye. Tolhildana Kobanê ji bo wan mijara hişmendiyê ye. Ji ber ku DAIŞ li wir têk çû. Ji ber vê jî Minbic û Kobanê dikin hedef. Ev jî nîşan dide ku wan senaryo amade kirine, dema derfet hebe wê êrîş bikin.”

Têkiliya êrîşkar bi OSO’yê re heye

Di berdewamiya axaftina xwe de Muslim, destnîşan kir ku kesê piştî êrîşa Taksîmê ji aliyê polîsên tirk ve hatiye girtin, wêneyên ku nîşan didin têkiliya wî bi komên weke OSO’yê re heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li herêmên me kes êrîşkar nas nake. Li hesabên medyaya dîjîtal were nêrîn tê dîtin ku têkiliya êrîşkar bi komên wekî OSO’yê re heye. Wêneyên ku bi alayên koma bi navê Sultan Murad hatine kişandin hene. Ew bi xwe ne kurd e, tu têkiliya wî bi kurdan û rêveberiya Rojava re nîne.”

Divê tedbîr bên girtin 

Muslim, bang li hemû kesan kir ku li hemberî êrîşên bi vî rengî yên li ser kurdan hesas bin û ev tişt gotin: “Bûyereke bi vî rengî ya provokatîf kurdan dike hedef. Divê her kes, bi taybetî jî hêzên demokratîk li hember vê hişyar bin û bi hestiyar bin. Em baş dizanin ku ji salên 1970’an û vir ve ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve lîstikên bi vî rengî çawa tên çêkirin. Ez wisa difikirim ku haya raya giştî ya Tirkiyeyê jî jê heye. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Bi komployeke bi vî rengî bi taybet polîtîkaya navxweyî kirine hedef. Bi vê yekê re hewl dan ku temenê xwe dirêj bikin. Divê em baldar bin û tedbîrên pêwîst werbigirin.”