3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ŞanoWan dest bi atolyeyê dike

Şanoger Berîvan Bûdakbeyoglû, diyar kir ku ew dixwazin di atolyeyên xwe de perwerdeyê bidin ciwanan û banga tevlîbûnê kir

ŞanoWan a ku ji sala 2017’an û vir ve li Wanê xebatên xwe dimeşîne dê di sala 2023’yan de dest bi atolyeya şanoyê bike. Serlêdanên atolyeyê ku dê perwerdehiya lîstikvanî, drama û jixwebewerî bê dayîn. Atolyeyê di 15’ê mijdarê de dest pê kir. Serlêdanên dê heta 15’ê kanûnê bidomin. Dê serîlêdanên ciwanên ji 18 salî mezintir bên qebûlkirin. Perwerdeya atolyeya ku dê ji aliyê lîstikvanên ŞanoWan ve bê dayîn dê hefteyê 2 caran 3 mehan berdewam bike. Lîstikvana ŞanoWan Bêrîvan Budakbeyoglû banga tevlîbûna atolyeya şanoyê kir ku ew ê bi kelecanek nû dest pê bikin.

Bûdakbeyoglû, diyar kir ku wan di 15’ê mijdarê de dest bi serlêdanan kirine û beriya niha du caran atolyeya şanoyê vekirine. Budakbeyoglû, destnîşan kir ku ew wek ŞanoWan ne tenê şanoyê dilîzin, di heman demê de bi atolyeyên curbecur perwerdehiya şanoyê jî didin û wiha got: “Yek ji armanca me ya sereke ew e ku hem şanoya xwe çêbikin hem jî bi perwerdeyên ku em ê bidin şanoyê mezin bikin. Ji bo vê jî em dixwazin perwerdeyê bidin ciwanan. Me du caran atolyeyên şanoyê li dar xist. Ev atolye hem ji bo me hem jî ji bo kesên hatin atolyeyê bi kelecan derbas bû.”

Banga tevlîbûnê 

Bûdakbeyoglû, bi lêv kir ku bi atolyeyên ku ew ê li dar bixin armanc dikin ku xebatên xwe berfireh bikin û wiha got: “Di vê atolyeyê de dê perwerdehiya lîstikvaniyê, dram, jixwebewerî bê dayîn. Helbet atolyeyên me dê bi kurdî bin û em kêfxweş in. Tevlîbûna ciwanan a komxebata atolyeyên berê kelecanek mezin da me. Ji ber ku piştre bi dilxwazî beşdarî lîstikên me bûn û alîkariya me kirin. Em bang li ciwanan dikin ku ji bo atolyeyê bila bên qeyda xwe bikin.”