17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Em bi hêz û coş tên

Em ê we di sindoqan de têk bibin. Ew qas! Em ê dost û tifaqên xwe mezin bikin û em ê li ser riya armancên xwe bimeşin. Hêviya me weke kenê zarokekî gıyandar e, kolanên me zindewar in û ciwan dinamik in.

Îro roja axaftina komên meclîsê bû. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan civîna koma partiya xwe ya Meclîsê li dar xist. Siyasetmedarên kurd Ahmet Turk û Siri Sakik, Gulser Yildirim, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Seroka Sendîkaya Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Gonul Adibelî û rêveberên Hereketa Azadî û nûnerên gelek saziyên sivîl tev li komcivînê bûn.

Bûldanê di destpêka axaftina xwe de bi coşa mîînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya di 15’ê çile de li dar xistiye hazirên di eywana meclîsê ya partiya xwe de silav kir  û Hrant Dînk bi bîr anî û got: “Ez we bi coşa mitînga me ya Stenbolê we hemûyan silav dikim. Apharingê hêja, me kenê te ji bîr nekiriye. Me ew xeyala te ya welatekî azad û aştiyane ji bîr nekiriye. Helbet me ew hêzên tarî ku tu ji nava me qetandin jî ji bîr nekiriye. Me yên ku kujeran diparêzin, rê li ber komkujiyan vedikin hîç ji bîr nekirin û em ê nedin jibîrkirin. Bila ew kujer û berpirsiyarê qetlîman û cînayetan baş bizanibin ku wê rojek hesab ji wan bê xwestin û wê ev welat bi pêvajoya edaletê û hevrûbûnê re rû bi rû bimîne.”

Mîtînga serkeftî

Bûldan diyar kir ku wan mitînga Stenbolê ya Tifaqa Ked û Azadiyê bi coş li dar xistiye û wiha got: “Me hemûyan bi hev re got; ji şer, feqîrî, kedxwarî, tecrîd û bêedaletiyê re na. Ji bo em vî welatî radestî tarîtiyê nekin, me li wê qadê soz da gelê xwe. Em hatin ba hev ku em dikarin vî welatî radestî tarîtiyê nekin. Ji bo em bi ked û azadiyê guhertinê pêk bînin, me yekitiya sozdayînê çêkir û hêza yekitiyê ava kir. Me li mitîngê jî got û em li vir jî dibêjin, ev hê destpêk e. Em mezintir dibin, bihêztir dibin û em bi girseyîtir tên. Em wek ked, azadiyê tên. Em ji bo sozdayîna bihêz a ji bo siberojê tên. Ev hevgirtin ango hevkariya siberojên azad e. Ev hevgirtin û birydardarî ya em vî welatî ji tarîtiya îktidara AKP-MHP’ê rizgar bikin e. Me ji destpêkê ve digot, ji bo em bi ser bikevin û destkeftiyan bi dest bixin derketine rê. Em îro heman tiştî dîsa dibêjin. Em ê teqez fînala mezin û serkeftina mezin ji gelê xwe re bînin. Bi taybetî ez dixwazim vê destnîşan bikim; bloka AKP-MHP’ê bi doza girtina partiya me, desteserkirina alîkariya xezîneyê û bi taybetî ji bo di pêvajoya hilbijartinê de rewşeke nediyar biafirîne çi ji destê wê tê dike.”

Bûldanê axaftina xwe wiha domand, “Em dibînin dikin ku hilbijartineke bê HDP’ê pêk were. Dixwazin vê gotegotê di nava xelkê me de belav bikin. Ez li vir pir aşkera dibêjim, hemû hewldanên we vik û vala ne. Hem ji bo HDP’ê hem jî ji bo gelê me tu rewşeke ku nediyar be nîn e û wê nebe jî. Divê xelkê me xwe li reşbîniyê daneyne û bêhêvî nebe.

Em ê wan di sindoqê de têk bibin

Armanca HDP’ê û gelê me ew e ku em demildest vê pergala îktidarê biguherînin û wan têk bibin. Rojeva HDP’ê tenê HDP û gelê me dikare diyar bike. Armanca têkoşîna me ew e ku em vî welatî ji hemû tengezariyan rizgar bikin û siberojeke aram û demokratîk ava bikin. Kes wê nikaribe vê rojevê biguherîne. Her tiştê me zelal û aşkera ye. Em ê we di sindoqan de têk bibin. Nokte. Ew qas! Em ê dost û tifaqên xwe mezin bikin û em ê li ser riya armancên xwe bimeşin. Hêviya me weke kenê zarokekî gıyandar e, kolanên me zindewar in û ciwan dinamik in. Berxwedana bi heybet a jinan wêrek û zelal e.

Diyarkirina hilbijartınê di dsestê HDP’ê de ye

A rast AKP-MHP nizanin çi bikin, ketine nava hilepitkê. Rewşa wan pir zelal e. Ji bo îktidarê rewşeke aloz ango nediyar nîn e. Çimkî wê winda bikin û wê têk biçin. Lê em soz didin gelê xwe ku em ê bi wan bidin windakirin û wan têk bibin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê vê pergalê biguherîne. Wisa hêviya xwe bi wê fermana girtinê ku we daye ve girê nedin. Qet nekivin wê xeyala ku wê hilbijartin bê HDP’ê pêk bê. Hêza diyarkirina hilbijartinê helbet HDP ye. Helbet Tifaqa Ked û Azadiyê ye.

Niha hûn dizanin, îktidar ketiye pey salnameya hilbijartinê û li dîroka wê digere. Her tim her tiştî bixweşî nîşan didin. Ji roja ku wê têk herin ji vekişandina wê ditirsin. Helbet ji bo wan hilbijartineke zor e. Çimk î ji hezîranê ditirsin. Çimkî hê jî di sendroma 7’ê Hezîranê de ne. Tifaqa AKP-MHP’ê ku dixwaze xwe li nîsan û gulanê bigire diçe û tê. Ez ji we re bêjim dîroka ku hûn ê herin û êdî neyên e. Teqez tûra duyemîn a vê hilbijartinê di hezîranê de ye. Ez bi taybetî dixwazim diyar bikim ku hûn ê nikaribin ji hezîranê birevin.

Bêhiqûqiyê ji Îmraliye dest pê kir

Bûldanê wiha dirêjî da axaftina xwe û got, “Pêvajoya ku Tirkiye xistiye nava van şert û mercên giran, bi pergala tecrîdê ya zîhniyeta AKP-MHP’ê dest pê kir. Em hemû dizanin ku destpêka rejîma bêhiqûqî ya ku welat dorpêç kiriye, bi tecrîda Îmraliyê hatiye dayîn. Bi îzolasyonê dest bi nîzama hiqûqî ya rawestandî kirin, pergaleke ku tê de hemû pîvanên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî nayên tetbîqkirin. Pergala tecrîdê ya li ser birêz Ocalan hatiye pêşxistin pêl bi pêl li tevahiya welat belav kirin. Derdora tecrîda siyasî li hemû raya giştî ya demokratîk, bi taybetî partiya me û hêzên demokrasiyê dirêj kirin. Dema ku me ji destpêkê ve bal dikişand ser tecrîdê, em rastî van rojan dihatin. Me got rejîma bêhiqûqî û zilmê wê her kesî dorpêç bike. Me got her pirsgirêkek wê weke bê çareserî û înkarkirin bi bedelên giran vegere vî welatî. Îro di qonaxa em gihîştinê de tam jî vê tarîtiyê vedibêje. Mînaka dawî ya vê yekê jî em careke din ku dixwazin peyamên hêja Selahattîn Demîrtaş asteng bikin û ku peyamên wî negihîjin raya giştî.

Divê emli dijî tecrîdê rabin

Ew hesab dikin ku Demîrtaş bê deng bikin. Demîrtaş bi milyonan kes e û hûn nikarin bi milyonan kes bê deng bikin. Hûn nikarin dengê gel qut bikin. Hûn nikarin siyasetmedarekî ku di nava dilê bi milyonan gelê xwe de cih girtiye, bi tecrîdê, zextan û qedexayan asteng bikin. Lewma ez carek  in ji vê dere gazî dikim; werin em hemû bi hev re li dijî polîtîkaya tecrîdê ya îktidarê îtîraz bikin û bi hev re li ber tecrîdê rabin. Em hêrsa xwe bêtir bikin da ku ev tecrîda girankirî rabe. Em pêşî li bêhiqûqî û bêedaletiyê bigirin. Îktidar dixwaze bi zextan, tecrîdê û şer kampanya xwe ya hilbijartinê bi rê ve bibe. Em sînyala vê yekê ji daxuyaniyên wan dibînin.

Em ê di demeke kin de endamê xwe diyar bikin

Weke ku me berê jî eşkere kiribû, em ê bi namzetê/namzeta xwe bikevin hilbijartinê. Em ê di demek kin de namzetê/namzeta xwe ya Serokkomariyê ji raya giştî re aşkera bikin û mizgîniyekî bidin gelên xwe. Ez carek din destnîşan dikim ku em ê bi nazmetek ku mafên jinan, mafên gelan, mafên hemû nasname, reng, ziman û çandan, mafê kedê û azadiyan biparêze biçin hilbijartinê. Em li her qadê hene, em li qada têkoşînê li qada berxwedan û li qada hilbijartinê hene. Em li qada siyasetê hene û em ji bo pêşbaziyê jî hene. Em di serokkomartiyê de jî hene. Ji bo em vî welatî bi awayekî demokratîk bi rê ve bibin, helbet ew îdia me jî heye. Em bi têkoşîn û hêza gelê xwe li ser piyan e û em bi vê hêzê derî li serdemeke nû vekin. Bawer bikin dem dema Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Dem dema tifaqa kurdan e. Dem dema dema tifaqa ciwan û jinan e. Dem dema fikr û ramanê HDP’ê ye.