2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e

Derhênerê lîstika “Seyrana Li Çeper” Nazmî Karaman diyar kir ku şanoya kurdî ji bo şanoger jî ji bo temaşevanan jî azadiyek e. Gava temaşevan tên lîstika bi kurdî temaşe dikin, têkiliyeke wan bi ziman re çêdibe û ji ber vê yekê jî tê qedexekirin.

Lîstika “Seyrana Li Çeper” ku ji aliyê Fernando Arabal ve hatiye nivîsandin û Aydin Rengîn jî wergerî kurdî kiriye, di 4’ê çileyê de li Êlihê promiyera xwe kiribû. Lîstik, ji aliyê Nîsk Hunerê ve hatiye amadekirin û derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman kiriye. Lîstik piştî li Şanoya Bajêr a Amedê dê biçe tûrneya Sêrt, Mêrdîn, Îzmîr û gelek bajarên din. Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman û şanogerên Nîsk Hunerê Gulan Mizgîn û Habîp Çelîk têkildarî lîstika “Seyrana Li Çeper” û şanoya kurdî axivîn.

Derhêner Nazmî Karaman bal kişand ser azadiya hunera kurdî û da zanîn ku hunera kurdî bi zimanê xwe û çîroka xwe ve tena serê xwe azadiyek e. Karaman diyar kir ku gava temaşevan tên şanoya kurdî temaşe dikin, parçeyek ji jiyan û çîroka xwe dibînin û got: “Ji ber vê  yekê jî şanoya kurdî ji bo şanoger jî ji bo temaşevanan jî azadiyek e. Ev demeke dirêj e ez di nava karê şanoyê de me. Bi tirkî, îngilîzî, kurdî şano bi gelek zimanan tê lîstin. Di naveroka lîstikan de tu cudahî tune ye. Tenê zimanê wê diguhere û gava kurdî be rastî qedexeyan tê. Gava temaşevan tên lîstika bi kurdî temaşe dikin, têkiliyeke wan bi ziman re çêdibe û ji ber vê yekê jî tê qedexekirin.”

Em her derê weke dik bi kar tînin

Karaman qala amadekirina lîstika “Seyrana Li Çeper” kir û wiha got: “Di şanoyê de ji bo me her der dik e û tu dikarî li her derê provayên xwe bikî. Di vê hêlê de derfet gelek in. Me provayên lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ li Yenî Sahneya Batmanê kirin. Me demeke dirêj provayên xwe domandin. Her hevalekî tiştek kir, karekî kolektîf derket holê. Ev jî ji bo şanoya kurdî tiştekî gelek baş e. Mijara lîstikê jî şer e ku niha hemû cîhan di nava şerekî de derbas dibe. Me jî xwest ku di lîstikê de tiştekî cuda ava bikin. Ev şer, şerekî ne baş e. Li her derê mirov qurbanî dibin. Ji ber vê yekê tiştekî absurt û ‘naîf’ jî derkete holê.”

Pêşdarazî ji bo jinan hene

Lîstikvan Gulan Mizgînê jî anî ziman ku ew li qada şanoyê de nû ye û di koma wan a Nîsk Hunerê de jî ew tenê du jin in. Mizgîn destnîşan kir ku gelek astengî derdikevin pêşiya wan û got: “Hem ji aliyê civakê ve û hem jî di aliyê malbatê ve ez rastî gelek astengiyan hatim. Gelek kes dibêjin hûn jin in, hûn tena serê xwe li wir çi dikin. Lê min li ber xwe da û ez niha jî li ser karê xwe me. Min pir ji şanoya kurdî hez dikir. Gava min şanoya tirkî temaşe dikir, min xwe tê de nedidît. Min dikir û nedikir weke temaşevanekê jî nediketim nava wê çîrokê. Ji ber vê yekê jî min pir ber xwe da û astengiyên li pêşiya xwe derbas kir. Ez weke jinekê tiştên ku min bihîstî bibêjim heta sibê jî em nikarin biqedînin. Tesîrekî mezin li ser mirov çêdike. Dibe ku gotineke min xemgîn bike lê ez guhên xwe digirim û gava bû sibe ez jiyana xwe berdewam dikim. Li ser medyaya sanal jî gava min rexne dikin, ne weke şanogerekê yan jî ne weke keseke ji rêzê her wiha li ser zayenda min rexne dikin. Lê ez ji biryarên xwe bi bawer im û li gor wê jî tevdigerim. Ez ji tevahî jinan re dibêjim ku guh nedin tu kesî û dest ji armancên xwe bernedin.”

Jin şer naxwazin

Mizgînê bal kişand ser karaktera ku di lîstika “Seyrana Li Çeper” de dilîze û ev tişt anî ziman: “Di lîstika Seyrana Li Çeper de karaktera ku ez dilîzim dayîkek e. Wek hemû dayîkan gelekî bi wijdan e û şer naxwaze. Ev yek jî ji ruhê jinan tê. Di ruhê jinan de zilm tune ye. Lê karakterê bav yekî zilmkar e. Her tim şer dixwaze. Ev jî peyama ku şer her tim bi destê mêran derdikeve dide temaşevanan. Bi ya min heke jin xwedî biryar be dikare pêşî li şer bigire. Kesên ku bên û lîstikê temaşe bikin, dê bibînin ku peyamên gelek xweş hene. Piştî promiyerê me tesîra lîstikê ya li ser temaşevanan dît. Peyama me digehije temaşevanan. Ji ber vê yekê teqez werin temaşe bikin.”

Tehma bi kurdî cuda ye

Ji lîstikvanên Nîsk Hunerê, Habîb Çelîk jî bi bîr xist ku şeş sal in ew di nava şanoyê de cih digire û di nava van şeş salan de jî gelek caran derketiye ser dikê. Çelîk diyar kir ku ew wek şanogerekî daxwaz ji gelê kurd dike ku xwedî li şanoya kurdî, çanda kurdî derbikevin û temaşe bikin. Çelîk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku ez bi kurdî karê xwe dikim, serê min pir rihet e. Zimanê dayika min e. Ez hestên lîstikê xweş didim temaşevanan û ji wan jî xweş distînim. Min weke tirkî lîstikek ceriband lê min qet nikarî wê hîsê bidim. Kevneşopiyeke kurdî heye. Ji ber ku ji roja ez hatime dinê heta niha bi kurdî diaxivim, lewma dikarim wan peyv, biwêj û gotinên berê jî bixim nav hunerê.”