spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Dayikên Şemiyê hat astengkirin

Îro carek din tevî biryara AYM’ê jî Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hat qedexekirin. Polîsan dîsa gelek kes kirin binçavan

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên windayî bipirsin û faîl bên dîtin û cezakirin, di hefteya 970’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Parlamentera HEDEP’ê ya Stenbolê Kezban Konûkçû û rêveberên HEDEP’ê û gelek kesan piştevanî da Dayikên Şemiyê.

Dayikên Şemiyê, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar li hev kom bûn û bi qerenfîlên di destên xwe de li ser Cadeya Îstîklala Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku têkildarî qadê daye jî di hefteya 30’yemîn de Dayikên Şemiyê asteng kirin. Polîsan biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê nîşanî dayikan dan. Polîsên ku destûr nedan çalakiyê, hemû kuçe û kolanên derdora qadê dorpêç kirin û bi bariyeran girtin.

Meş hat astengkirin

Polîsan, Dayikên Şemiyê dorpêç kirin û nehiştin bimeşin qadê. Polîsan di dorpêçê de li dayikan û parêzvanên mafên mirovan dan. Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji derdorê hatin dûrkirin.

Dayikên Şemiyê-Mirovên Şemiyê di nav dorpêça polîsan de ji paş ve hatin kelemçekirin û binçavkirin. Polîsan xwest parlamenter Kezban Konûkçû ji derdorê dûr bikin. Konûkçû bertek nîşanî astengî û helwesta polîsan da û got: “Ez li vir îşkenceyê, binçavkirinê çavdêr dikim, lê bi darê zorê min ji vir dûr dikin. Tevî ku ez parlamenter im û nikarin dest bidin min jî lê dîsa hewl dan min dûr bikin.”

Ji 20 kesî zêdetir dayik û mirovên şemiyêh atin binçavkirin û li wesayîtên binçavkirinê siwar kirin. Binçavkiriyan di hundirê otubusê de tiliyên serkeftinê nîşan dan.