6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên ji bo Azadiya Ocalan didomin

Çalakiya Însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ya li ber Konseya Ewropayê berdewam dike, çalakgeran îro, dosyayek li ser tecrîdê radestî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Michael Neurauter kirin. Çalakiya ku Însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ di 1’ê Kanûnê de di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hate destpêkirin, du hefte li pey xwe hişt.

Çalakî bi dirûşma “Azadî wê bi ser bikeve; ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê” pêk tê û bi rêya vê çalakiyê tê xwestin, dawî li tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê anîn û azadiya wî bê misogerkirin.

Çalakiya ku li ber Konseya Ewropayê dewam dike, her roj ji aliyê siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê, saziyên jin û ciwanan, Navendên Civaka Demokratîk ên kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ve tê meşandin. Di roja dawî ya hefteyê de endamên Federasyona Navendên Civaka Demokratîk ên kurdistaniyên li Hollandayê (DEM-NED) û Federasyona Navendên Civaka Demokratîk ên Kurdistaniyên li Belçîkayê (NAV-BEL) ve dewr hate wergirtin.

Hevserokê NAV-BEL’ê Davût Keskîn bi navê komê daxuyanî da. Keskîn diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta kirk û komkujiyên li dijî gelê kurd zêde dibin û got, kurd di pêvajoyeke awarte de ne.

Keskîn diyar kir ku dewleta tirk sûcê şer û mirovayetiyê dide ber çavê xwe, bi çekên kîmyewî êrişî gerîla û gelê sivîl dike. Keskîn bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî van sûcan şermezar kir.

Keskîn bal kişand ser vî tiştî ku şerê li Kurdistanê tevî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û got “Dema tecrîd kûr dibe, şer jî zêde dibe.”

Koma çalakiyê dosyeya derbarê tecrîda li ser Ocalan jî teslîmî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Mîchael Neûratûer kir.

Mîchael Neûratûer jî diyar kir ku ew girîngiyê didin çalakiyên gelê jurd û Îmralî di serî de ew binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê dişopînin.