26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda dayikan a ji bo edaletê berfireh dibe

Çalakiya Nobeda Edaletê li Wan, Amed û Rihayê didome. Her roj çalakiya nobeda edaletê li bajarên din jî belav dibe.

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ên ku AKP’iyan ji malbata wan sê kes kuştin, 277 roj in Nobeda Edaletê berdewam dikin. Malbata Şenyaşar îro dîsa ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li cihê çalakiyê nobeda xwe berdewam kirin.

Çalakiya malbatên li Wanê ket roja 2’yemîn

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Wanê di roja 2’yem de didome. Di çalakiyê de malbatên girtiyên nexweş Îbrahîm Alkan, Emrah Abî û Sînan Karel cih digirin. Malbatan di çalakiyê de bangewaziya piştevaniyê kirin.

Malbatên girtiyan li Amedê 25 roj in têdikoşin

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên bi heman armancê li Baroya Amedê jî didome. Malbat 25 roj in bê navber li Baroya Amedê nobedê digirin û dixwazin girtî serbest bên berdan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Însîyatîfa Dayikên Aştiyê yên Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Bêdlîsê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navend û navçeyên Amed, Sêrtê, Êlih, Mêrdîn û Bêtlîs,  MED TUHAD-FED, TUAY-DER, Meclîsa Ciwanan a HDP, Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) û Tora Ziman û Çanda Kurdî beşdar bûn. Girseyê gelek caran dirûşma “ Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên sîyasî rûmeta me ye” berz kirin.

Em ê li dijî zilmê serî netewînin’

Aktîvîsta TJA’yê Şukran Çelebî nobeda xizmên girtiyan silav kir û destnîşan kir ku ew ê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê têbikoşin û wiha axivî: “Daxwazên dayikan daxwazên me ne. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê û helwesta dijminane ya li hemberî gelê xwe têbikoşin.”

‘Têkçûna rejîmê dê bi têkoşîna dayikan be’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo veşartina pirsgirêkên xwe zilm û zordestiya li dijî kurdan ji xwe re kiriye rêbaz û wiha got: “Dayikên me bi salan e ji bo ku mafên mirovan neyê binpêkirin û ji bo aştiyek bi rûmet têdikoşin. Emîne Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê gotibû edalet di binê erdê de ye, îro dayikên me ji bo lêgerina edaletê têdikoşin. Têkçûyîna rejîmê dê bi têkoşîna dayik û jinan be.”