3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Camci: Parastin bi rêxistinbûne pêkan e

Hikûmeta AKP-MHP’ê piştî xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tundî û qetilkirina jinan zêde bû. Rayedarên dewletê bi navê “Kuştina biguman” cînayetên li dijî jinan vedişêre. Polîsan di 17’ê adarê 2022’yan de li Amedê bi ser gelek saziyên jinan de girtin. Niha jî bi hinceta “Xerakirina pergala malbatê” û bi navê xebatên “Bêehlaqî” li Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) doza girtinê vekirine. Rêvebera Komeleya Rosayê  Raîfe Camci têkildarî mijarê ji rojnameya me re axivî.

‘Qetlîma jinan vedişêrin’

Raîfe Camci anî ziman ku di çapameniyê de her kuştina jinan wekî ‘Kuştina biguman’ tê pênasekirin û wiha got: “Di meha adarê de 28 jin biguman hatin kuştin. Kuştina jinan wekî “xwekuştin” tê pênasekirin. Lê ya rast ne eve. Qetlima jinan ji ber ku neyê dîtin bi têgeha ‘Biguman’ vedişêrin. Eger ku jinek xwe bi kuje jî hewceye ku pevajoya pişt perdê bê zanîn. Di kuştinên biguman de dozger dozê venakin û lêpirsîneke berfirehî nakin. Ji ber vê yekê her diçe êrîş, tundî û tecawiza li dijî jinan zêde dibe.”

‘Li tacîzkar û tecawizkaran doz nayê vekirin’

Camci têkildarî doza li KCDP’ê hatiye vekirin jî axivî û wiha berdewam kir: “Saziya KCDP’ê 12 sal berê ava bû. Li ser mafê jinan xebatê dikin. Platform her meh rapora tundî û qetilkirina jinan parve dike. Bi hejmaran daneyan dide. Hinek mêrên ku hatina cem hev giliyê saziyê kirine. Piştrî gilî doza girtinê li KCDP’ê vekirin. Sedem jî “Hilweşîna pergala malbatê” û xebatên “Bêahlaqî” ye. Dewlet malbatê pîroz dibîne û nahêle ku mijara malbatê bê nîqaşkirin. Di malbatê de çi pirsgirêk hebe bila hebe dewlet naxwaze jin û mer ji hev biqetin. Lê em dibêjin eger ku di nava malbatê de tundî û zext hebe hewceye ku mafên jinê bê parastin. Dev ji hevdû berdan jî parastinek e. Di civakê de tacîz û tecawîz zêde ye. Lê li tacîzkar û tecawizkar lêpirsîn nayê vekirin. Di Waqifa Ensar û Qursa Quranê ya Erzîromê bûyerên tacîz û tecawîzê pêk hatin. Lê li tu kesî lêpirsîn nehat vekirin.

‘Dixwazin li ser jinan civakê kontrol bikin’

Camci bal kişand li ser giringiya rexistinên jinan û wiha domand: “Pergalê berê jin di nava civakê de fetisandibûn û tepisandibûn. Piştî jinan xwe bi rêxsitin kirin, bêtir xwe nas kirin. Jin êdî ji xwe bi bawer in. Jin edî li dijî tundî û kuştinê helwestekê nîşan didin. Di civakê de fikr û ramanên jine hat guhartin. Em jinên birexistin her çiqasî dixwazin ku jin serbixwe û azad bin, dijberî vê yekê jî pergala desthilatdar jî dixwaze jin di nava çar diwar de bimîne û jinan bifetisîne. Dixwazin ku jinan di nava civakê de bi sînor bikin. Dixwazin feraseta jinan di nava çar dîwaran de hepis bikin ava bikin. Dixwazin bi jinan civakê kontrol bikin. Pergala desthilatdar naxwaza jin di nava civakê de bibe xwedî pêyv û nerînên xwe bîne ziman. Gava ku jin azad bifikire û biaxive, dê hesap jî bibirse. Her ku hesab bibirse, dê kuştin, tundî û tecawiz jî kêm bibe. Piştî jinan xwe bi rêxistin kir, tirsa wan kêm bû. Ewilî jî tundî hebû. Lê jinên bi tundiyê re rû bi rû diman nikarîbûn dengê xwe bilind bikin. Jin çiqasî ji xwe bawer bin dê di nava rexistin, siyaset û civakê de jî cîhê xwe bigirin.”

‘Divê dewlet jinan biparêze’

Camci da zanîn ku  li kîjan bajarî rexistinên jinan xurt be dewlet erîşê wir dike û wiha got: “Cihê rêxistinên jinan hebe, zilm û zordestiya dewletê jî li ser jînan zêde dibe. Li Amedê polîsan mehek berê 24 jin binçav kirin. Xebat û çalakiyên jinan kirin hincet. Der barê xebatên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de doz vekirin. Li cihanê bi hezaran jin di wê rojê de dadikevin qadan û mafê xwe diparêzin. Ji bo Gulîstan Doku daxuyanî hatiye dayîn. Li ser vê mijarê doz vekirine. Em rexistina jinan e. Ev mijar di xwezaya xwe de bi me ve girêdayî ye. Di civakê de pirsgirêk hebe em jî berpirsiyarê wê pirsgirêkê ne ku derxin holê. Li şûna ku dewlet erka xwe pêk bîne, em rêxistinên jinan erka dewletê tînin cîh. Dewletê li 81 bajaran Navenda Çavderî û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONÎM) vekiriye. Lê mixabin têne çavderiyê dikin. Tu xebatan nakin. Li hemû bajaran tundî heye û pêşiya vê tundiyê nagrin. Em jinên rexistin çiqas xebatan dikin zilm û zordestiya wan jî li ser me zêde dibe. Heta ku di nav civakê de tundî, tacîz û tecawîz dawî bibe û wekheviyêk ava bibe em ê xebatên xwe bidomînin.

‘Tundî ne tenê fizîkî ye’

Camcî bal kişand li ser zagona tundiyê û wiha got: “Tundî bi cezakirinê dawî nabe. Zagona tundiyê di meclisê re derbas kirin. Lê zagonek sembolîk bû. Kesên ku li pêş dadgehê tên darizandin, dadger cêzayên wan kêm dikin. Li Tirkiyeyê tenê tundiya fizîkî tê xuyakirin. Lê tundiya derûnî, aborî, siyasî û civakî nayên dîtin.”

‘Karên jinan erzan tê dîtin’

Bi minasebeta nêzîkbuna 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê Raîfe Camci liser vê rojê jî axivî. Camci, der barê vê rojê de fikrê xwe wiha anî ziman: “Xebatên jinan an nayên dîtin an jî weka xebatêke erzan tê dîtin. Jin li kargehan her tim bi mobîngê re rû bir û dimînin.  Kardêr gava ku karkerekî/ê ji kar derxe ewilî jinan ji çav derdixin. Jin gava ku li hemberê van neheqiyan xwe bi rexistin dikin, ji kar tenê avêtin. Ji bo ku karen jinan bê dîtin û xizanî dawî bibe bila hemû jin tevlî 1’ê Gulanê bibin.”

‘Rexistinbûn tundiyê dawî bike’

Camcî di axaftina xwe de destnîşan kir ku erîşên li ser jinan tê kirîn tev wekî hevin û wiha bi dawî kir: “Erîşên ku li KCDP’ê tê kirin li Komeleya Rosa yê jî tê kirin. Zilm û zordestî li ser Rosa yê jî her diçe zêde dibe. Hevalên me têne binçavkirin an jî têne girtin. Hê jî dozê hevalên me didome. Em bi fikr û ramanên xwe ji KCDP’ê cuda bin jî, di xebatên jinan de wek hev difikirin. Em bi hevre di nava tekoşîne de bin. Em çiqas dixwazin ku jin azad bibe, desthilatdarî jî hewqas dixwaze jin bindest be. Jin bila xwedî rexistin bin. Em çiqas bi rexistin bin dê hewqasî tundiya li ser jinan hilweşe û bi dawî bibe.”