3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çand taybetmendiyek mirovî û civakî ye

Çand bi tememî taybetmendiyeke mirovî ye. Di bingeha xwe de tenê di mirovan de ev taybetî heye. Gotina “hema hema her tiştê ku ji hêla mirovan ve hatî afirandin”, karaktera çandê ya mirovî û her wıha berfirehiya çarçoveya wê îfade dike

Di rastiyê de çand hilberîneke mirovî û civakî ye. Hema bêje di hemû lêkolînên zanistî yên li ser vê mijarê de balê dikişîne ser vê taybetmendiyê û tê gotin ku çand diyardeyek dîrokî û civakî ye, dîroka mirovatiyê ji serî heta dawiyê dîroka hilberîna çandî ye û çand bi xwe jî hilberek e.

  1. Giddens têkiliya çand û civakê bi perspektîfeke sosyolojîk wiha dinirxîne: “Tu çand bêyî civak nabe. Lê belê, bi heman awayî, tu civak jî bêyî çand nabe. Bêyî çand, em ê nebin ‘mirov’ jî…” Bi kurtasî çand kesayeta mirov a civakî ye, awayê afirandin û hilberandina xwe ye. Ji ber ku mirov heyînek civakî ye û ji bilî civakîbûnê ne mimkun e ku mirov rastiyek din bifikire. Her wiha çand jî berhema jiyana civakî ye û divê di aliyê civakî de li ber çavan bê girtin û fikirîn. Fonksiyona wê wate dayîna pêkanînên civakî ye û tenê di nava jiyana civakî de wate digire. Bi gotineke din, ew ne çalakiyek e ku mirov bi tena serê xwe bike; ji bo ferdên ji civakê qutbûyî wê tiu fonksiyon û wateyek wê tunebe.

Çand mijareke pir girîng e. Ji ber ku îro di qada têkoşîna siyasî de li ser vê mijarê gelek spekulasyon tên kirin, tevlihevî çêdibe û mixabin hewl tê dayin ku ezbereke şikestî çêbibe. Ev ezberkirina şaş çi ye? Wek tê zanîn di cîhana îroyîn de navendên hêzê yên wek DYA û YE ku xwe wek nûnerên “şaristaniya demokratîk” û parêzvanên mafên mirovan nîşan didin, qet dev ji axaftina “mafên çandî” bernadin. Bi vê yekê dixwazin bidin îspatkirin ku ew çiqas rêzê li mafên çandî yên kêmneteweyan, gelan, civakên bindest û şexsan digirin û parêzvanên azadkirina çandên bi navê bindest in. Lê dema ku vê yekê dikin, rastiyan berovajî dikin, mafên çandî di peyman û belgeyên peymanê yên bingehîn de bi cih dikin – bi dûrxistina karakterê xwe yê civakî û bi zanîna ku ev yek ji bo kesan tenê nayê wateya – bi daxistina wan di asta ji “mafên takekesî”, bi vî awayî wan ji cewherê wan vala dike û bêwate dike. Û ew jibîrkirinekê çêdikin û herkesî hema hema her roj sirûda ku ev mafekî takekesî ye dubare dikin, a ku em jê re dibêjin ezberkirina nebaş e û divê em diyar bikin ku ev nêzîkatî ne tenê şikestî û xelet e, di heman demê de nêzîkatiyek xeternak e.

Çima vê yekê dikin? Ji ber ku çand ji mêj ve bûye çekek di destê serdestan de û bi bandor hatiye bikaranîn. Serdest dizanin ku çand dikare bi heman fonksiyonê ji hêla dijberên xwe ve were bikar anîn; Ew baş dizanin ku ev dikare bibe çek, çeka berxwedanê ya di destên bindestan û hêzên muxalîf de. Lewma jî destûrê nadin vê yekê. Ger ku çand were qebûlkirin ku civakî ye, wê mafê plansaziyê, pêşdebirinê, xwe di nava civakê de belav bike û ya herî girîng jî xwe birêxistin bike, wê demê wê weke amûreke têkoşînê ya pir bi hêz a ji bo dijberan bixebite. Em mînaka vê ya herî berbiçav di helwesta dewleta tirk a li hemberî daxwazên mafên çandî yên kurdan de dibînin. Tê zanîn ku dewleta tirk li hemberî dîrok, çand û hebûna kurdan bi giştî siyaseteke tunekirin û tunehesibandinê dimeşîne. Lê têkoşîna azadiya kurdan ev siyaseta qedexeker, qirker û tunehesibandinê bêbandor kir û dike. Li ser vê yekê nûnerên dewleta tirk neçar bûn ku diyar bikin ku ew rastiya kurd nas dikin.

Weke ku tê dîtin, pêkhatina çandî bi îdeolojiyê ve girêdayî ye. Rastiya ku li gorî bîrdozî û zihniyetê hatiye teşekirin ne tenê ji bo çanda kapîtalîst, ji bo hemû çandan taybetmendiyek derbasdar e. Darazên nirxî yên îdeolojîk ên erênî û neyînî û şêwazên tevgerê yên encam di her çandê de hene; û guhertina di aliyê zihniyetê de jî xwe di tevgera çandî ya civakê de nîşan dide.

Bi kurtasî, çand tenê di çarçoveya civakê de watedar e û ji bo ferdekî tenê tu wateya wê nîne. Ji ber vê yekê di asta “mafên takekesî” de nêzîkbûna hiqûqa çandî ya gelan, civakên etnîkî û kêmneteweyên bindest, tam xapandinek e, berovajîkirin e û heta bêwate ye.