5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wexta ambulansan

Em kî ne, ew kî? Çima dema ku destek didin filîstîniyan, dijmintiya kurdan û dilê wan Rojava dikin û  dibin antîsemîtîst? Dema ku dibin enternasyonalîst, ji jenosîda li ser kurdan re li çepikan dixin?

Kîbûn û kînebûn carna wiha çiqas dest li mirov dihejîne ne? Teva ku carna tenê, sîwana mirovbûnê  li ser serê mirov dixwiyê jî; dem tê ku kiyaniya me ji Araratê derbas dibe û dibêje, ez heme an jî tune me… Hingê tê dîtin ku mirov tiştek çiqas ne temambûyî û nakok e; çiqas naşibe hev, çiqas ne wek hev û çiqas dûrê hev e. Erd û ezman dibe dûrahî, fikr û hebûn digihîje fezaya bêdawî û ev hisiyat xwe wek kirasek teng li mirov dike: em çiqas naşibin hev, em çiqas em, hûn çiqas hûn in. Herçî çav in, qet li heman derê namêzînin, herçî guh in, qet heman tiştî nabihîzin, herçî dil in, qet û qet heman tiştî hîs nakin. Wey lê! Dê çawa be halê me û we? Çi ye a ku me û we avêtiye nav eynî dinyayê û nahêle em wek dûrbûna xwe ya eslî, ji xwe re dinyayên dûr çêkin? Em ne dikarin bibin cînar, ne dost û ne jî hevrê…

Lê jixwe kê gotibû ku em cînar, dost û hevrêyên hev in? Kîjan padîşah bê xebera me, van navan li me kiribû?

Em kî ne, ew kî? Çima dema ku destek didin filîstîniyan, dijmintiya kurdan û dilê wan Rojava dikin û  dibin antîsemîtîst? Dema ku dibin enternasyonalîst, ji jenosîda li ser kurdan re li çepikan dixin? Dema dibin çepgir, ferqa wan û rastgiran namîne, dema ku behsa mirovahiyê dikin, ew bi xwe tîmsalên dijmirov in. Îja vê rewşa ku rexneya wê têra xwe hatiye kirin, li benda me ye ku em li ser psîkopatolojiya wê jî bifikirin.

Mesela ev rewşa ku xwediyên xwe wiha dike derewker û pirrû, ne nexweşî be? Axaftina wan, ne xwekuştina gotinan be? Dema ku ji serî heta binî bêrûmetî û nebaweriyê tînin bîra mirov û mirov dizane ku ne bi tiştên ku dibêjin dizanin, ne jî bawer dikin; hewce nake ku mirov gazî ambulansan bike û bêje “haydê em diçin nexweşxanê!”Ji ber ku ewqas derew û durûtî, ewqas dijkurdîtî gere êdî bê rehabîlîte û dermankirin. Belkî çawa wek ku dibêjin, gelek zindî hene, di rastiya xwe de mirî ne, gelek saxlem û sihetbaş jî hene ku, di rastiyê da nexweş in û navnîşana wan a rastîn nexweşxane ye. An na dê fikrên wan çima wiha enfektebûyî, hestên wan çima wiha kufikî û awirên wan çima wiha zexel û şîlokirî bûna?

Nexwe ew nexweş in, ew nexweş in! Loma jî wan, ne rexneyên ku qet nikarin îdraq bikin, lê tedawî divên. Ecêba giran jî di vê rewşê da birîndar bi birîna xwe û nexweş bi nexweşiya xwe nizane, bi ser de jî doza doxtoriyê li xwe û li me dike! Mesela daxwiyaniyên ji xwe mezintir didin û ji bo ku em nizanin ev daxwiyaniyên wan ji ber nexweşiya wan e, bersîvdayîn dest pê dikin û ew jî xwe bêhtir li doxtoriyê datînin. Lê ku em bêjin heyra wele hûn ne doxtor in, wiha li xwe û li me nekin, wan stenoskopan deynin cîhê wan û wan gomlegên spî jî ji xwe derxin, belkî despêkê bi me bikenin, lê dûre ew ê ji zimanê me fêm bikin û xwe li ser textên nexweşan bi cîh bikin.

Çimkî dê êdî zanibin ku em bi wan dizanin û nema wan li ser serê xwe dikin doxtor û zana. Û dê zanibin ku nexweş ew in, ne em. Dê fêm bikin ku em dizanin di fikrên wan da ji sedî pêncî mîkrob, di hestên wan de ji sedî heştê vîrûs, di mêjiyê wan de ji sedî sed faşîzm heye, loma jî demildest divê bên dermankirin. Lew êdî analîz û bibîrxistin ne derman e, ferman e. Çawa ku dema her kes kral wek “kral” nebîne, dê kral û kraltî tune bibe, dema ku kes, kom û rêxistinên wiha bi nîjadperestiyê nexweş ketine jî wek serkirdeyên “muxalif” û berxwedêr na, wek rastiya xwe “nexweş”bên dîtin û nebin serwerê rojeva mirov, dê bandora xwe wenda bikin. Loma jî wext e ku mirov xwe li tewşê newestîne û hema gazî ambulansan bike.