4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û siyaset

Adil Qazî

Ziman berdevkê hemû bedena mirov e. Ziman berdevkê dilê mirov e. Berpirsiyarê hizr û boçûnê mirov e. Kilîta me jî ramanê ye. “Ziman çand, beden û erdnîgariya mirov e!”

Têkiliyê ziman bi her zîndewaran re heye. Her çi ku rih tê de heye zindî ye, teqez zimanê wan jî heye. Vêca zimanê dayikê jî jixwe ji wê erdnîgariyê vedije, diafire, dixuliqe. Çêdibe û li gor wê nav lê tê kirin. Ma qey dayika niştiman welê gotineke ji rêzê ye? Na, bêguman. Zimanê kurdî zimanê fonetik, zimanê zindî zimanê kiryarî-pratîk ango pêşî tişt diqewime dijî hê ew nav lê tê kirin. Zimanê kurdî piştre, yanê li gor zimanekî din nehatiyê çêkirin, nayê çêkirin. Ango zimanê kurdî xwerû ye, kok û binyata wê heye. Mêjûyeke wê heye. Zimanê dîrokê, mîtolojiyê zimanê lawiran bi kurt û kurmancî zimanê erdnîgariya xwe bi xwe ye. Belasebe nayê gotin ku “Ziman erdnîgarî ye!” Ango ew erdnîgarî di çi rewşê de be sirûşta wê deverê çawa be zimanê wê jî li gor wê têşe digire bi goşt û estî dibe û pêre jiyanê dirêse.

Bi gotina xweş mar ji qulê tê der! Ev jî rasterast bi siyasetê re têkildar e. Ku siyaset perwerde be ku perwerde ji bûyîna mirov heta koça xwe ya dawî bike be, hemû liv û lebatên wan bi serê xwe mijarê perwerdeyê be;  wê demê divê ev siyaset jî bi zimanekî bi rêk û pêk bê kirin. Weke ku di hevoka serbendê de jî hatiye gotin; ‘bi gotina xweş mar ji qulê dertê’! Ka lû pîrên me van peyvan wisa vala negotine. Cerebeyên wan heye. Bûyer qewimiye û bi serê wan de hatine û gihîştine vê encamê, formule kirine û bûye biwêj.

Ziman, di bin vîna siyasî de werdigere ‘peyv’ê-‘gotin’ê. Bi vî awayî gotineke vîna siyasî çêdibe.

Dîsa ziman; digel sistî, bêpergalî û qîma xwe bi yê heyî anînê jî avakar û rewabûna siyasete de rista xwe ya sereke didomîne û dê her diyarker be. Bi vî hawî di dîtbariyê de bandora siyasetê li ser ziman rasterast e, lê bandora ziman li ser siyasetê binavgînî ye, ne rasterast e.

Siyaseta ku çendî hakimê gotina xwe be pêre xwedî zimanekî xwerû zelal be ew çend bi bandor û encamgir e. Zimanê şêlo û ezop bi xwe re siyaseteke qels jî diafirîne. Bawerî pê nayê. Bêguman qasî ku giraniya gotinê hebe ew çend jî biryardarî û mafdariya wê ramanê diteyîsîne derdorê xwe. Yê hemberî xwe mat dike. Nexwe di roja îro de dema qala siyasetê dibe yekser derew, xapandin, şemitandina lingê hevdu, berjewendiyên kesane û hwd. Hemû tiştên neyînî tê bîra mirov û tu kes jê bawer nake. Loma jî civak ji siyasetê direve. Lewra siyaset ku li gor pêdivî û rasteqîniya civakê were kirin ku ev jî rastî bi xwe ye, weke kelehekê li ber çavan e.

Guherîna ziman bi leza guherîna siyasetê re pêk nayê. Ango wekî siyaset ku welê bi lezgînî diguhere ziman wisa naguhere. Ziman dîsa wek xwe dimîne. Yanê ziman li gor zagonê xwe diguhere û pêşdikeve, berfireh dibe.

Ziman, kirûyên siyasetê ji hevdu vediçirîne, çînan dide diyarkirin. Di siyasetê de bi awayeke pergalî rêveberî, rejim, ligel kêrhatiyê çînan polîtîka, desthilatdarî, dewlet, hikûmet, zagon, rêveberî, daraz, parlameto, navend xweser, nîv xweser, monarşî, sosyalîzm, kapîtalîzm, deng, wekîl û hwd. van têgînan bi siyasete dide qezenckirin. Yanê hemû cureyên rejim û pergala siyasetê ji hevdu vediçirîne û bi cih dike.

Zimanê çêker, zimanê erênî, zimanê qezencker moral û nanewiyat dide civakê. Ew bedena ku her kes eleqeder dike, dibe mîratê her kesan jî. Ji ber vê ye ku divê em li xwedî li bedena xwe derkevin!

Ew neyartiya li hemberî zimanê kurdî tê kirin êdî rengê xwe guherandiye, wergeriyaye neyartiya siyaset û heta hemû erdnîgariya kurdan. Xwezaya kurdan jî ji bo dagirkeran armanca şer e! Loma ku aşkera dibêjin; “ew li ser fezayê jî konek vebikin dê ew kon bibe hedefa me…!” Ew çend dijminê ziman û gotina kurdî ne. Bêguman ev êdî bi wê re sînordar namîne dibe dijminê her reng û dengê kurdî tevî siyaseta kurdî.

Ji ber vê ez dibêjim êdî em her kurd, nemaze yê xwedî erk û berpirsiyar ku siyaseta dikin. Pêşengên gel in teqez divê êdî li xwe vegerin. Li xwe bipirsin ew zimanê ew çend dewlemend ku di giştiyê cîhanê de di rêza heştemîn de ye bi awayeke serbilindî ji xwe re esas bigirin û vê zimanê şêrîn di her qadê jiyanê de serwer bikin.

Ev tespîta lêkolînerên gerdûnî welê karekî rasthatinî, hêsan û ew çend erzan nîne. Ji heqîqetekê pêk tê ku ji xwe zimanê kurdî heqîqet bi xwe ye divê em xwe ji heqîqeta xwe dûr nexin. Bervajî vê bi heft destan wê ko bikin. Lewra Ziman NASNAME ye! Ziman NAVNÎŞANA TEKOŞÎNÊ ye!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê