spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan qertên hafizayê yê edîtorê me Bulut xera kir

Şaxa TEM’ê çar heb qertên hafıza yên mîcroSD’ê ên edîtorê me Rohat Bulut ku di serdegirtina malê de desteser kiribû, sal û nîvek şûnde radestî Bulut kir. Hat dîtin ku polîsan qertê Bulut texrîb kirine û êdî tu sûd ji qartan nayê girtin

Di 8’ê hezîrana 2022’an de polîsan li Amedê bi ser gelek malên rojnamegeran de girtibûn. Di encama serdegirtinên malan de 16 rojnameger hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin. Rojnameger di 12’ê tîrmehê di danişîna ewil de hatibûn berdan. Yek ji wan rojnamegeran jî edîtorê rojnameya me Xwebûnê Rohat Bulut bû. Şaxa TEM’ê ya Amedê çar meh piştî berdana edîtor Bulut, ji bo qerdê wî ê microSD ku di dema binçavkirinê de dest danîbûn ser, paşve bidin wî gazî wî kir.

Polîsa ndi 25’ê mehê de gazî edîtor Bulut kir. Li ser gazî kirinê Bulut çû TEM’ê. Li TEM’ê çar heb qerdê mîcroSD ê ku hatibû xêzkirin û bi kaxizekî ve bandkirî radestî wî kirin. Qerdên ku radestî Bulut hatin kirin ji ber ku pişta wan hatiye hezkirin, edî bi tu awayî ne tên bikaranîn ne jî ji agahiyên tênê de sûd tê wergirtin.

Wê Serlêdane sûc bike 

Edîtor Bulut der barê mijarêde axivî û anî ziman ku materyalên wî dîjîtal ku hatine desteserkirin hinek jê ji wan hat dayîn û hinek jê jî nehatin dayîn. Bulut diyar kir ku ew li ser gazîkirinê çûye TEM’ê û li wir çar qertên ku wekî bi zimparayê mehandibûn radestî wî kirine û wiha got :”Ji bo ku ez nikaribim bikarbînim, bigihîjim agahîyê tê de xesar dabûnê. Xesareke normal nîne, bi qest hatiye kirin. Bi awayekî bêehleqî tevdigerin. Ev hişmediyeke bêahlaqiye. Bê gûman ev yek nayê qebûlkirin. Ez ê bi rêya parêzer ji dozgeriyê re serlêdana sûc bikim, wan gilî bikin.”

Edîtor Bulut di 15’ê cotmehê de jî dema bi wesayîta xwe ya şexsî ji Mêrdînê vedigere Amedê li ser rêya Bismilê hin kesên ku xwe weke polîs dan nasîn rê li wî girtin û wî derb kirin. Li ser vê yekê edîtor Bulut serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dabû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê