8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çand û ziman

Melîke Altan

Her neteweyek xwedî çandekê ye. Têgîna çandê ji reng û dengê neteweyan pêk tê; ev jî hebûna gelan sembolîze dike. Hebûn û tunebûna şaristanî an jî miletan li aliyek girêdayî hêza fizîkî be, li aliyê din jî girêdayî hêza çandê ye.

Di nav neteweyan de şermkirina ji axaftina zimanê xwe pir kêm bûye babet; lê mixabin di nav me de ev yek bûye mijara gotinê! Kengê bi axaftina zimanê xwe em serbilind bûn û me xwe bi rûmet hesiband, wê demê pêşketina zimanê me jî pêkan e. Rast e, ji bilî zimanê xwe, zanîna zimanên biyanî dewlemendî ye ji bo mirovan lê; ne ku mirov li hember zimanên biyanî, zimanê xwe jî biçûk bihêle an jî biçûk bibîne.

Bi hewldanên pêşxistin û parastina ziman ancax em dikarin dîroka raboriya xwe bibîr bînin û dema xwe û siberojên xwe bi zimanê xwe zindî bihêlin. Di vê yekê de pêdivî bi hezkirin û wêrekiyê heye. Bi wêrekî û bi hezkirinê li xwedîderketina ziman, him wî diparêze û him jî bi hêz dihêle.

Li ciyê ku em nifşên nû bi zimanê xwe rakin û bi axaftina zimanê xwe serbilind bibin, em ê çima ji axaftina zimanê xwe şerm bikin ku heta em zarokan ji zimanê wan bêpar bihêlin? Heta îro destan û evîn; serborî û lehengî, çîrok û hwd. ku di erdnîgariyên welatê me de hatine jiyîn; bi şêweyên devkî û nivîskî bi vî zimanî hatine gotin û nivîsandin.

Ev yek jî bi navgîna ziman pêk hatiye û hatiye parastin. Ziman ne xurt lê, qels û lawaz be; bê şik reseniya wan berheman jî dadikeve. Heke çand bê wateya hebûnê, wê demê bi tunekirina çandê re mirovên ku çanda wan tê tunekirin; bîr û raman û rihê wan jî tê tunekirin. Civaka ku ev nirxên wê hatine desteserkirin, dil û bîr û bawerî,raman û rehê wê lawaz û tune be; ew civak, pûç û vala û bêfeyde dibe, pêşketin bi tu awayî ne gengaz e.

Lewra her tim xwe di bin karîgeriya çandeke bihêz û serdest de dibîne. Bi vî awayî ew civaka ku ji neteweyek pêk hatiye ji aliyê çandî ve tune dibe. Ger xwe bi xwe mirov zimanê xwe bê nirx û bê qîmet û piştguh bike, ji parastina wî re nebe alîkar, êdî ji bo lawazkirin û tunekirina wî zimanî pêdivî bi hêzek serwer namîne ku heta ew ziman bê tunekirin.

Em çima qedera zimanê xwe ji hêzên çewsîner re bihêlin ku heta ew li gorî xwe teşeyekê ji tunebûnê bidinê? Hêjayî gotinê ye ku çaxê hêzek serdest xelkekî bixe bin metîngeriya xwe, her wisa lawaz û bê nasname bike; di serî de çanda wî qedexe dike, bermahiyên dîrokî tune dike.

Ji bo ku gel ji zimanê xwe, ji bîr û baweriyên xwe; bi giştî ji hemû nirxên xwe dûr bikeve, bi hemû awayî qels dike û hemû çavkaniyên wî gelî bi awayek pêkûtî bêbandor dihêle. Ev yek jî sedama qelsbûn an jî windabûna çandê ye.

Jêderk û çavkaniyên puxteyî û nirxên miletekî di zimanê wî de ye. Ev ji bo civakekê sermiyana herî mezin ya çandî ye, ne hewqasî sivik, biçûk û erzan in ku heta bên piştguhkirin. Ji bo çi ji zimanekî hewqas kevn û dewlemend re bê gotin:”Zimanê nenas”?
Sedemê vê gotinê jî herî zêde em bixwe ne! Ger her giya li ser koka xwe şîn dibe; wê demê em reh û rîşalên xwe zindî bihêlin ku giyayê me jî her dem geş û zindî bimîne. Ji ber ku rihê civakek ji çanda wê pêk tê. Divê çand bê parastin ku civak jî çalak û parastî bimîne.

Ez dixwazim dawiya nivîsê jî ji helbesta Boraboz ya bi sernivîsa (Bi hev re) bigirim ku wek helbesta yekemîn ya kurd tê zanîn û dîroka xwe digihîje bi sedan salan heta berî zayînê. Mebest ji vê sernivîsê ji bilî bihevrebûnê, mînakek ji mînakên niviskî ya dîroka kevnar a zimanê kurdî ye. Werin em “bi hev re” zimanê xwe zindî bihêlin, bila zimanê me jî bi kurdî bigere!