28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemeniya kurdên azad li ber xwe dide

Bi rojnameya Kurdistan re derketina çapemeniya kurd a qada xwederbirînê heta îro çapemeniya kurd bi taybet jî çapemeniya bûye dengê têkoşîna kurdên azad di bin zext, zor, gefa girtin, îşkence û kuştinê de ye

Piştî 1908’an kurdên rewşenbîr ên serdema Osmaniyan çapemeniyeke kurd ji bo xweîfadekirinê pêk anîn. Çapemeniya kurd di bin zext û zordariya Îtihat Terakiyê de jiyana weşanê bi gelek zehmetiyan derbas dikir. Di destpêka komara tirk de çapemeniyeke kurd tune bû, di bin komkujî û hewldanên îmhakirinê de ne pêkan bû hebe jî. Piştî salên 60’an hewldanên weşan û çapemeniyê derketin lê di binyata xwe de bi geşbûna tevgera azadiyê salên 90’an çapemeniyeke kurd derket qada weşan û çapemeniyê.

Têkoşîna kurdên azad gav bi gav pêşde diçû, çapemeniya azad ji bo bibe dengê wê têkoşînê û rastiyên têkoşînê bigihîne her aliyên Kurdistanê û kurdên cîhanê hewl dida. Ji ber ku komara Tirkiyê di serî de li ser îmha û dijberiya kurdan ava bûbû heman rêbazên li hember têkoşîna azadiyê dimeşandin li dijî çapemeniya azad jî sepand. Rêbazên gelek hov û dirinde li ser çapemeniya azad sepand û xwest dengê wê tune bike. Ji bilî girtin, îşkence û şopandina qanûnî kuştin û birîndarkirin bi rê ve bir. JÎTEM, îtirafkar û barê ser Hizbûlah bi satoran ajotin ser çapemeniya azad. Bi dehan rojnameger, belavkarên rojnameyan qetil kirin. Rojnameya Ozgur Ulke bombe kirin weke kavilê şer bi erdê ve kirin yek.

Çi bû derde dewletê, çima ev qas hovîtî? Li dijî sazûmaniya ku xwe rêk û pêk kiribû, Kurdistan li serê çiyayê Girîdaxê çal kiribû nedixwest gihayek jî bi navê kurdan ho bide, hêşîn bibe. Lê kurd bi daxwaza azadiya xwe rabûbûn ser piyan û gelek pêşde çûbûn. Çapemeniya azad jî bûbû dengê wan. Ya ku wan kêm dihişt çapemeniyê temam dikir. Ew jî bi heman rengî dijmin bûn û qetla wan helal bû; layiqî qetla nepen, guleyên JÎTEM’ê û satorên Hizbûlahê bûn. Divê ew jî bihatana tunekirin. Gava leşkerên wan serê kurdan jê dikirin û pê wêne dikişandin, lingên xwe didane ser serê wan divê çapemeniya azad bê deng bima û di manşeta xwe de negota: “Lingê xwe ji wir vekişîne dirinde”. Divê mîna Geliyê Zîlan û Dêrsimê bêdengî serwer bûya, wan hovîtiya xwe pêk bianiya.

Çi bû derdê çapemeniya azad, çima ew qas bi israr gav paşde nediavêtin? Ji ber ku axa li ser dijiyan bi xwîna kurdan dihate xemilandin, ew zarokên vê axê bûn, ew jî kurd bûn, ji bo azadiyê ew jî bi qasî her kurdistaniyekî tî bûn, Di rehên wan de xwîna pêşiyên wan ên li Geliyê Zîlan û Dêrsimê hatibûn tunekirin, diherikî. Nikaribûn bê deng bimînin, xwe tune bihesibînin, ligel kuştinên li ser wan ên hov û erjeng. Li ber xwe didan, serî neditewandin. Nişana wê jî bi dehan rojnameger û belavkarên qetilkirî ên weke Hafiz Akdemîr û ên din û belavkarê nemir Kalo Yilmaz bûn.

Em ketina sedsala 21’ê. Heman zext, girtin û îşkence dewam dikin. Vê carê êdî qefle bi qefle, deh bi deh û zêdetir rojnameger tên binçavkirin û girtin. Hincet heman hincet in, ne guherîne. Naxwazin rastî bigihêjin civakê, raya giştî pê bihese. Kurd ji helîkopteran tên avêtin, li sûkan kuştin li dijî kurdan pêk tên, didizin, talan dikin naxwazin rastî bên bihîstin.

Di sala 2022’yan de bi dehan rojnameger, xebatkarên ragihandinê û berpirsiyarên saziyên çapemeniyê hatin girtin. Her wisa îsal jî bi dehan rojnameger, xebatkarên ragihandinê, hunermend hatin girtin. Çawa ku dewleta zordest dev ji îşkence, girtin û zextê bernade, rojnameger û xebatkarên çapemeniyê jî dev ji israra rojnamegiriya ser xeta heqîqetê bernadin.

12’ê tîrmehê danişîna doza rojnameger û çapemeniya azad bû. Li ser îdayên bêbingeh û pûç ew salekê zêdetir li pişt dîwarên girtîgehê girtin. Dixwestin çapemeniya azad bê liv û lebat bimîne, dengê wan bê tunekirin. Lê îsal ji wan zêdetir rojnameger girtin. Cihê wan vala, pênûsa wan li erdê nema. Nexwe nagihîjin mebestên xwe. Rojnamegerên derketin pêş dadger hesab nedan, hesabê bi awayê neheqîgirtina xwe pirsîn. Ew di wijdana gel û qeqîqetê de dadger bûn, di serî de emniyet, dozger û dadger bersûc bûn. Çapemenina azad li pêş dadgehê ew wiha darizandin, “ Ev bêqûqî li dijî çapemeniya azad tê meşandin. … Em ne ji bo hesabdayînê, ji bo hesabpirsînê li vir in. … Êşa herî kûr bêdengmana li dijî heqîqetê ye. Çapemeniya azad nikarê bê bêdengkirin”

Ligel hewldana emniyetê û dozger dadgehê sûcekî ku wan di girtîgehê de bigire nedît û neçar biryara berdana wan da. Rojnameger, xebatkarên çapemeniyê û hunermend 13 mehan bêyî ku sûcek hebe di girtîgehê de dîl hatin girtin. Lê weke her dem îcar nikaribûn bi zext, zor û zorgitinê serî li çapemeniyê bidin tewandin.

Çapemeniya kurd a azad ji vê axê derketiye, xwîn û goştê xwe ji vê axê girtiye û ji bo rastiyên vê axê bên dîtin, neyên veşartin heye. Ji bo vê heqîqetê li ber xwe didin. Çawa dijminê kurdan dewleta hov ji bo tunekirina kurdan bi israr e, çapemenî jî tê de her qadên têkoşîna kurdan jî wê hê zêdetir bi israr be. Çawa îro wisa jî sibê.

Yên pêşerojê temsil dikin ne zordestî, ne dewlet, ne jî dijminên rastiya ne. Pêşerojê daxwaza azadiyê temsil dike, li hember dîrokê yên mafdar azadîxwaz in.