3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd bi serê xwe gef e

Hiqûqnas Cuneyt Canîş, ji bo gefên ku bi nameyan li Ocalan tên xwarin ev tişt got: “Tecrîdeke ewqas giran bi serê xwe gef e û divê zêdetir raya giştî bala xwe bide ser vê yekê. Divê were binavkirin tecrîd gef e û ev jî pir xetere ye.”

Desthilata AKP-MHP’ê ku di polîtîkayên xwe yên dijberiya kurdan de israr dikin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dişîdinin. Destûr nade ku bi tu awayî agahî ji Ocalan bê girtin. Di vê çarçoveyê de beriya çend hefteyan ji ber ku rojnameger Merdan Yanardag bal kişand ser tecrîda li dijî Ocalan û bêhiqûqiya ku tê kirin bi fermana desthilatê ji aliyê daraza tirk ve hat girtin. Piştî girtina Yanardag derket holê ku nameyên bê nav û îmze ji Îmraliyê re hatin şandin û gefên jehrîkirin û kuştinê li Ocalan hatine xwarin.

Der barê van herdu mijaran de gelek nîqaş û nirxandin tên kirin. Lê tevî hemû bertek û nerazîbûnên ku tên şandin jî desthilata AKP-MHP’ê û Wezareta Edaletê der barê mijarê de daxuyanî nadin. Ev jî rê li ber fikaran vedike. Der barê mijarê de hiqûqnas Cuneyt Canîş, ji rojnameya me re axivî û tecrîda li ser Ocalan û gefên ku lê tên xwarin nirxand. Canîş, diyar kir ku tecrîd weke peyveke rojane tê bikaranîn û lê di esasê xwe de tecrîd sîstemeke taybet û giran e û wiha got: “Tecrîd ne meseleya demên dawî ye, ji roja ku Ocalan anîne Îmraliyê heya niha tecrîdek heye. Car caran girantir dibe lê di esasê xwe de nezîkatî nayê guhertin.”

Gefa li Îmraliyê

Canîş, destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê weke navendeke taybet a tecrîdê hatiye sazkirin û ev tişt got: “Tecrîd bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê û siyaseta Tirkiyeyê dike. Li gorî dewletê, ger Îmralî bêdeng bibe wê ew ê karibin siyaseta xwe ya dijî kurdan bêpirsgirek bimeşînin. Sedema israrkirina tecrîdê, domandina dagirkerî û şerê dijî destkeftiyên kurdan e. Dewlet dizane ku nêrîn û nirxandinên Ocalan ji bo parastina destkeftiyên kurdan girîng in. Bi girankirina tecrîdê jî dixwaze vê parastinê lewaz û bêrota bike.”

Nameyên gefxwarinê ku ji Îmraliyê re hatine şandin jî Canîş, wiha şîrove kir: “Di 28 mehên dawî de tu agahî jî Îmraliyê nayên girtin, ev yek bi xwe re pirsgirekan tîne. Dema ku asta herî jêr de hiqûq neyê bikaranîn nêzîkatiyên cuda cuda derdikevin holê. Ji 1999’an heya îro carna nêzîkatiyên wiha derketin lê em dikarin bibêjin Îmraliyê çi bibe bêagahiya dewletê nabe. Tecrîdekê ewqas giran bi serê xwe gef e û divê zêdetir raya giştî bala xwe bide ser vê yekê. Divê were binavkirin tecrît gef e û ev jî pir xetere ye. “

Armanca pêkanînan naguhere

Di berdewamê de Canîş, bi bîr xist ku li gorî qanûnên ji bo girtîgehan, kesek nikare nameyekê bênav bişîne girtigehan û her wiha ji girtigehan jî ji bo kesan bên şandin û der barê mijarê de ev tişt got: “Di girtîgehan de lijneya xwendina nameyan heye û bi taybet ser xwendina nameyan disekine û bêyî vê lijneyê name nikarin bikevin hundirê girtigehan. Îmralî ji hêla ewlehiyê ve taybetmendiyên xwe hene. Her tişt li ser esasekî tê meşandin û ev kesên ku name şandine wisa kesên ji rêzê ne. Wek me anî ziman tecrîd an jî bêhiqugî ji bo nêzikatiyên wiha vekirî ye.”

Canîş, der barê armanca pêkanînên li Îmraliyê de jî got ku ji sala 1999’an heta îro armanca tecrîd û nezîkatiyên dewletê çi be îro jî ew e û wiha pêde çû: “Dewlet wateya Ocalan ji bo kurdan dizane û ji bo vê jî her tim di rêbazên xwe de guhertinan çêdike. Armanc bêbandorkirina Ocalan û gefa li raya giştî ya kurdan e. Gefa li bin navê tecrîdê de tê kirin di esasê xwe de li kurdan tê kirin.”

Pêşniyarên şikandina tecrîdê

Di dawiya axaftina xwe de jî Canîş, ji bo bidawîkirina tecrîdê ev pêşniyar kirin: “Ji bo şikandina tecrîdê divê gel û siyaseta kurd bi yek dengî vê meselê bigire dest. Di serî de divê tecrîdê weke pergalekê pênase bikin û ji rojeva xwe dernexin. Di qada hiqûq, dîplomasî, siyaset û her wiha çalakiyan de divê nerînekî derkeve holê. Ger ev yek neyê kirin wê dewlet bi nêzikatiyên cuda kurdan hînî tecrîdê bike. Hez dike ku kurd weke meseleyeke rojane li tecrîdê binêrin û wiha nêzîk bibin.”