3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo Lozana duyemîn dikare pêk were?

Heke weke gelê kurd û Kurdistanê em bikaribin li ser çarenûsa xwe bibiryar tevbigerin em ê bikaribin peymana Lozanê têk bibin û her wiha pêşiya Lozanên nû jî bigirin

Beriya niha 100 salan, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de peymana ku di dîroka kurdan de weke rojek reş tê naskirin, hate mohrkirin. Kîjan dewlet di vê peymanê de cîh girtibûn? Bi serkêşiya Fransa û Brîtanyayê welatên mîna Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Bulgaristan, Portekîz, Yekitiya Sovyetan û bêguman Tirkiyeyê di vê peymanê de cih girtibûn.

Armanc ew bû ku sînorên dewleta tirk a nû diyar bikin, lê di rastiya xwe de armanc parçekirina Kurdistanê bû. Ji bo berjewendiyên dewletên tevlêbûyî û dewleta tirk Kurdistan li pêş çavê hemû cîhanê bi pêşengtiya Fransa û Brîtanyayê hate parçekirin. Di vê roja reş de çarenûsa gelê kurd ku bi sedan şer û cengan de serkeftî bû li ser maseya dîplomasiyê de hate reşkirin.

Gotina; ‘me ne di şer û cengan de li ser maseyên dîplomasiyê winda kiriye’ vê rewşê baş vedibêje. Bê me ne di şer de li ser maseyê wenda kir.

Wendakirinek ku heya roja îro jî di dîroka hemû kurd û Kurdistanê de weke rojek reş derbas dibe. Em hemû kurd hê jî bedelên vê rojê didin û hê jî ji ber vê rojê di bin destan de ne. Ji ber vê rojê em hê jî negihiştine azadiya xwe.

Îro em dinêrin ku dîsa hewldanên Lozanên nû hene. Bi taybet bi hewldanên dewleta tirk û di bin banê NATO‘yê de gelo dixwazin Lozaneke nû bînin serê kurdan? Îro dixwazim bersiva vê pirsê di nivîsa xwe de bidim.

Lûtkeya Lozanê

Weke tê zanîn di 11 û 12‘ê tîrmeha 2023’yan de li bajarê Vilnius ê Lîtvanyayê lûtkeya welatên endamên NATO’yê hat lidarxistin. Mijarên rojeva lûtkeyê bêguman endamtiya Swêdê û Ûkrayna ya ji bo NATO‘yê bû. Dewleta tirk hem di endamtiya Fînlandiyayê de hem jî di endamtiya Swêdê de dixwest bi mafê xwe yê vetoyê zextan li welatên endamên NATO û Yekitiya Ewropayê (YE) bike. Her wiha dixwest zextan li Amerîkayê jî bike. Ji ber vê yekê û ji ber ku ev civîn di meha tîrmehê de ku salvegera 100‘emîn a Lozanê ye pêk tê, bêguman divê em kurd vê pirsê ji xwe bikin; gelo dixwazin Lozaneke nû bînin serê kurd û Kurdistanê?

Di hemû hevdîtinên wî yên li Vilniusê de naveroka hevdîtinên Erdogan weke herdem bazariyên li ser gelê kurd bûn. Erdogan di vê civînê de bi serokên Fransa, Brîtanya, Almanya û Amerîkayê re hevdîtin pêk anîn. Piştî van hevdîtinan û hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê NATO‘yê û Serokwezîrê Swêdê re xuya bû ku li hev kirine.

Gelo li ser kîjan mijaran li hev kirine?

Naveroka lihevkirinê çi ye?

Kurd çawa hatine bazarkirin?

Naveroka vê lihevkirinê ew ê di roj û mehên pêşiya me de diyar bibe û em ê bibînin.

Bes em baş dizanin ku naveroka vê lihevkirinê dîsa gelê kurd e. Dewleta tirk ji Swêd û hemû Ewropayê dixwaze zextan li kurdan bikin û karên wan ên fermî li Ewropayê krîmînalîze bikin. Dewleta tirk ji bo karibe bajarên din ê Rojava dagir bike ji Amerîkayê jî dixwaze ku piştgiriya Rojava neke.

Armanc şerê li dijî PKK’ê ye

Dewleta tirk her çiqas ji Swêdê radestkirina hin siyasetmedar û rojnamegeran derxistibe pêş jî armanca bingehîn a stratejîk a bi vetokirina endamtiya Swêdê bêguman ne ev bû. Armanca stratejîk a dewleta tirk di vetokirina endamtiya Swêdê de mijara balafirên şer F-16 ên Amerîkayê bû. Dewleta tirk van balafiran li dijî kê bi kar tîne? Tenê li dijî PKK û kurdan bi kar tîne. Kurt û kurmancî di bingeha vê vetokirinê de jî dîsa şerê li dijî kurdan û PKK’ê hebû.

Dîsa dewleta tirk ji NATO‘yê re dibêje; ‘Di şerê li dijî kurdan ji sedî %100 piştgiriyê bide min’. Dewleta tirk di salvegera Peymana Lozanê de dîsa dixwaze bi serkêşiya NATO‘yê (Amerîka û Ewropa) şerê ku bi salan e li dijî gelê kurd dimêşîne bidomîne û sedsalek nû jî wisa bide destpêkirin. Dixwaze rûpelek din ê tarî li dîroka kurdan zêde bike.

Tişta ku dewleta tirk nabîne ew e ku hem Rojhilata Navîn tê guhertin hem cîhan tê guhertin hem jî bi şerê Ukrayna û Rûsyayê re Ewropa hatiye guhertin. Her wiha çerxa cîhanê û aktorên bibandor li cîhanê êdî cîhên xwe girtine û ev jî hatiye guhertin.

Wê Lozana duyemîn pêk neyê

Herkesî dît ku dewleta tirk ne mutefîqê rast e. Bi hezaran car Rûsya weke şantaj li hemberî Ewropa û NATO’yê bi kar anî. Penaber weke şantaj bi kar anî, kurd weke şantaj bi kar anî û her wiha rêkirina çeteyan a Ewropayê jî weke şantaj li hemberî Ewropa bi kar anî.

Ji ber vê jî di baweriya ji dewleta tirk de bêbaweriyek gelek mezin çêbûye. Ji ber wê jî ez bawer nakim ku cîhana roja me rê bide ku Lozaneke duyemîn pêk were. Bêguman tişta ku ew ê vêya diyar bike jî wê têkoşîna gelê kurd be.

Li aliyê din Tevgera Azadiya Kurd hatiye guhertin û her roj xwe diguherîne û xwe bi hêztir dike. Rojava her roj xwe diguherîne û xwe jinûve ava dike. Em dibînin ku her roj bûyerên balkêş û erênî li Rojava diqewimin. Ev jî dîsa xuya dike ku gelê kurd jî êdî ne weke sala 1923’yan e. Ango bi guherandina cîhanê re kurd jî hatine guhertin.

Heke weke gelê kurd û Kurdistanê em bikaribin li ser çarenûsa xwe bibiryar tevbigerin em ê bikaribin peymana Lozanê têk bibin û her wiha pêşiya Lozanên nû jî bigirin. Di vê rêyê de divê em kurd rastiyekê qet ji bîr nekin; ne Ewropa ne Rûsya ne Amerîka dostên kurdan in. Tenê çiya dostên kurdan e.