12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd berê xwe didin Lozanê

Hevseroka CDK-S'yê Selma Surer ji bo meş û konferansa ku dê bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê li bajarê Lozanê bê lidarxistin bang li her kesî kir û got: "Ev meş, mitîng û konferans dê bibe sedema ku yekitiya me xwe li cîhanê bide der."

Peymana Lozanê ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de, di navbera hêzên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser ketin û TIrkiyeyê d ehat îmzekirin, îsal 100 sal in xwe temam dike. Piştî vê peymanê ku erdnîgariya Kurdistanê di navbera Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê de hat dabeşkirin, kurd û gelên din rastî asîmlasyon û înkarkirinê hatin. Kurd û dostên wan, ji bo careke din rastî pêvajoyeke wiha neyên bi boneya sedsaliya Lozanê amadekariya çalakiyên cur bi cur dikin.

Dê di 22-24’ê tîrmehê de bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Lozanê meş û konferans bên lidarxistin. Komîteya Kar û Xebatên Sedsaliya Peymana Lozanê, dê di 22’yê tîrmehê de li Lozanê bi dirûşmeya “Di Sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve” meş û mîtîngekê li dar bixe. Di 23-24’ê tîrmehê de jî dê li heman bajarî “Konferansa Kurdistanê ya Mezin” bê lidarxistin.”

Hevseroka Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer ku di nava komîteyê de cih digire, têkildarî çalakiyên dê bên kirin ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Îbrahîm Irmak re axivî.

Daxuyanî li ber avahiya ku peyman lê hat îmzekirin

Surer destnîşan kir ku ev demek çalakiyan li dar dixin û got ku 22-24’ê tîrmehê de jî mîtîng û konferansa fînalê li dar bixin. Surer da zanîn ku dê meş li ber avahiya Beau-Rivage Place ku peyman lê hatiye îmzekirin dest pê bike û heya ber Qesra Rumineyê ku li vir peyman hatiye fermîkirin bidome. Surer diyar kir ku piştî meşê jî dê mitîngekê li dar bixin û paşê jî konferansekê. Surer destnîşan kir ku dê têmaya konferansê yekitiya neteweyî be û got ku dê encamnameya konferansê jî di 24’ê Tîrmehê de li ber Qesra Rumineyê eşkere bikin.

57 sazî tevlê bûne

Surer anî ziman ku ji her çar parçeyên Kurdistanê 57 sazî di nava komîteyê de hene û got ku li gel saziyên Kurdistanî derdorên ji nasname û baweriyên cu da jî di nava de hene.

‘PDK nehat’

Surer bilêv kir ku kurd di nava nahpikên qirkirineke sedsalî de ne û got: “Ev perçekirin nayê tehemulkirin. Êdî gelê kurd doza yekîtiya neteweyî dike. Niha hema bibêje me pirnaiayyekîtoiyê ava kiriye. A girîng jî tevî vê yekîtiyê em ê ji niha û pê ve çawa tevbigerin û wê vegerînin hêzeke çawa. Di nava vê hêzê de he rçar parçeyê Kurdistanê heye. Helbet hin tiştên berevajî vê jî hene û em ji ber vê diêşin. Mesela, me di ser YNK’ê re gazî PDK’ê kir, lê PDK bi takekesî nêzî van xebatan bû û daxilî nava wan nebû. Qesda mina nêzîkatiyên takekesî jî ew e ku ji ber berjewendiyên xw eyên bi Tirkiyeyê re tevlî nebûn. Ji ber vê derdorên din ên nêzî PDK’ê jî tevlî nebûn.”

Surer di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir û ji bo meş û konferansa ku dê bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê li bajarê Lozanê bên lidarxistin bang li her kesî kir û got: “Ev meş, mitîng û konferans dê bibe sedema ku yekitiya me xwe li cîhanê bide der.”