30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zêdekirina KDV’ê wê dermanan jî bihatir bike

Piştî gelek biryarên ku bi biryarnameyên serokomariyê hatin weşandin, di meha Tîrmehê de zamên KDV û OTV’ê gelekî zêde bûn. Ev jî dibe sedem ku bihayê dermanan zêdetir bibe.

Bi rêziknameya qanûnî ya ku hat weşandin, rêjeya baca li ser dermanan ji 10’ê Tîrmeha 2023’an pê ve ji sedî 10 hat zêdekirin. Ji 10’ê Tîrmehê bihayê 14 hezar û 900 cureyên dermanan careke din zêde bû. Di van şertan de dermanên penceşerê û SMA’yê nayên peydakirin û krîza li ser dermanan zêdetir dibe.

Dermansazekî ku ji ANF’ê re axivî û nexwest navê xwe bide, diyar kir ku bi zêdekirina KDV’ê re wê krîza dermanan zêdetir bibe û got “Bi mehan e hinek derman nayên peydakirin. Krîz kûrtir dibe. Depoxaneyên dermanan yan nikarin dermanan peyda bikin ji ber ku şîrket derman vedişêre (li benda bilindbûnê ye) yan jî ji ber ku kara wê kêm dibe, dermanan nade dermanfiroş. Hinek derman hene ku ez bi mehan li bendê me. Bijîşk hewl didin dermanên bandora wan wekhev bidin lê hinek derman ne ew û ne jî dermanên wekî wê peyda nabin. Di meha Tîrmehê de em li benda bihabûnê bûn lê piştî ku rêjeya KDV zêde bû, rewş tevlihevtir bû. Heke dermanek 50 lîra be, dewlet yekser dest danî ser 5 lîrayê wê. Di dawiya Îlonê yan jî di serê meha Kewçêrê de em li benda bihabûna dermanan in. Ev pêngav wê bi kerî depoyan were. Divê KDV’ya dermanan dakeve ji sedî 1’ê. Ji bo ku barê dermanfiroşan zêde nebe divê dewlet sererastkirinê bike.”