21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Dag û Er ku 62 roj di grevê de ne komîsyon hate avakirin

Hat diyarkirin ku ji bo daxwazên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku 62 roj in di greva birçîbûnê de ne, ji alî Wezîrê Karên Civakî yên Herêma Kurdistanê ve komîsyonek hatiye avakirin

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin, bi daxwaza rawestandina lêgerînên keyfî, tundiya fizîkî, heqaret û ferzkirina kincên yekreng, di greva birçîbûnê de ne. Dag û Er ji 18’ê Gulanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.

Li gorî nûçeya Rojnewsê; Serokê Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan ragihandine ku ji bo daxwazên Dag û Er were bicihanînin ji aliyê Wezîrê Karên Civakî yên Herêma Kurdistanê ve komîsyonek hatiye avakirin.

Hêjayî gotinê ye ku li ser metirsiya li ser jiyana Er û Dag û ji bo naskirina rewşa wan herdû girtiyan, malbatên wan jî derbasî başûrê Kurdistanê bûne û bi partî û saziyên başûrêk Kurdistanê re hevdîtinan dikin.