spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameyên erebî : Gelo Erdogan li Kendavê li çi digire?

Li gorî rojeva rojnameyên erebî yên îro Erdogan di serdana xwe ya welatên Kendavê de li pey Peymana Edene û çareya qeyrana aborî ya welatê xwe ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da hewldanên Tirkiyeyê yên nûkirina Peymana Edeneyê û serdana Erdogan ku ji bo xilasbûna ji qeyrana aborî li welatên Kendavê pêk tîne.

Rojnameya El Ereb cih daye peywendiyên Sûriye-Tirkiyeyê. Di nûçeya bi sernavê “Erdogan ji bo pêkanîna şertên Esed ên normalîzekirinê vekirî ye” de çapemeniya tirk wekî çavkanî hatiye nîşandan û hatiye gotin ku îmkana berfirehkirina Peymana Edeneyê heye. Di nûçeyê de tê gotin ku ev jî bi zexta Rûsyayê ya li ser Şamê dibe ku pêk were. Di berdewama nûçeyê de nirxandinên şîrovekaran ên wekî “Ji bo bersiveke qisimî ya ji şertê Esed re, dibe ku Enqere Peymana Edene ya sala 1998’an berfireh bike. Ev jî dê lez bide dan û standinên navbera herdu aliyan” hatine dayîn.

Erdogan li Kendavê li çi digire?

Rojnameya El Ereb her wiha cih daye serdana serokkomarê tirk Erdogan a ji bo welatên Kendavê. Di nûçeyê de hatiye gotin ku Erdogan bi vê serdana xwe dixwaze desteka madî werbigire û bi vî rengî xwe ji qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê rizgar bike.

Şerê dexilûdan

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih daye şerê li Ukranyayê û sekinandina peymana têkildarî dexlûdanan a ji aliyê Rûsyayê ve. Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku pira ku nîvgirava Qirimê bi Rûsyayê ve girêdide hatiye bombekirin, çend saet piştî wê jî Rûsyayê “çeka dexlûdanan” bi kar aniye û peymana veguhestina dexlûdanan sekinandiye.