spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê 171 Kurdên Enfalkirî ji Bexdayê tînin başûrê Kurdistanê

Ji beriya 4 salan de cenazeyên (hestî) 171 Kurdên di Enfalê de jiyana xwe ji dest dabûn, li tiba edlî ya Bexdayê, têne ragirtin. Tê payîn heya dawiya salê wan cenazeyan bînin başûrê Kurdistanê

Çar salin di nav de jin û zarok jî, cenazeyên (hestî) 171 Kurdên di dema enfalê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi hinceta belavûna vîrûsa Koronayê, li tiba edlî ya Bexdayê têne rawestandin.

Piştî zextên rêxistinên dijî jenosîdê, serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd biryar da ku cenaze heya dawiya salê veguhêzin başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyan, nasnameya hinek ji wan kesan ku di gorên komî de hatine dîtin, xelkê herêma Axceler ya ser bi bajarokê Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê ve ne.

Li gorî agahiyan ji niha de amadekariyên ji bo vegerandina cenazeyan dest pê kiriye. Tê payîn di 9’ê Kanunê de 171 cenaze bi merasîmê vegerînin Herêma Federal a Kurdistanê û li warên wan werin veşartin.