9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevanekî li Patnosê 2 kes kuştin

Cerdevanê bi navê Metîn Tunç li navçeya Panosê hevjîna xwe Bîrsel Tunç û kekê wê qetil kir. Cerdevan Tunç du jin jî bi giranî birîndar kirin û reviya

Cerdevanê bi navê Metîn Tunç (27) li Taxa Camî ya navçeya Panos a Agiriyê bi çekê êrişî mala hevjîna xwe Bîrsel Tunç (24) lê dijiya kir.

Li gorî agahiyan; Metîn Tunç bi awayekî sîstematîk tundî li hevjîna xwe Bîrsel Tunç dikir û Tunç jî mal terikand û çû cem malbata xwe. Cerdevan Tunç, bi hinceta axaftinê çû baxçeyê mala malbata hevjîna xwe û hewl da malbatê qetil bike.

2 kes qetil kirin

Cerdevan Tunç, bi çekê êrişî malbatê kir. Di encama êrişê de hevjîna xwe Bîrsel Tunç, birayê wê Fecrî Tunç û dayika wê Hatûn Tunç bi giranî birîndar kir.

Piştî îxbarê li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin veguhestin. Di kontrola komên tenduristiyê de eşkere bû ku Fecrî Tunç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Bîrsel Tunç a bi giranî birîndar bûbû jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Cerdevanê kujer piştî komkujiyê reviya û hêj nehatiye girtin.