spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Arasan ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin

Cenazeyê Hûseyîn Arasan ku li Silêmaniyê êrîşeke sûîqastî lê hatibû kirin û jiyana xwe ji dest dabû li ser wesiyeta wî ber bi goristana Qendîlê ve hat oxirkirin.

Welatparêzê kurd Huseyîn Arasan ku ji ber dozên lê hatibûn vekirin derbasî Herêma Kurdistanê bûbû, di 9’ê hezîranê de li ber Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li bajarê Silêmaniyê ku endamê wê bû êrîşeke sûîqastê lê hat kirin û jiyana xwe ji dest da. Li Mizgefta Ehmed Hecî Elî ya li Silêmaniyê ji bo Arasan merasîmek hat lidarxistin û piştî vecîbeyên olî li ser wesiyeta wî cenazeye wî ber bi goristana Qendîlê ve hat oxirkirin.

Di merasîmê de li ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Mûsa Xalid axivî û ev tişt got: “Hevalê me Hûseyîn Arasan li ber derê komeleyê hate gulebarankirin, duh li nexweşxaneyê şehîd bû. 2 salin gelek hevalên me hatin qetilkirin, faîlên wan dewleta Tirk bûn, lê mixabin ji bo pêşiya van êrişan bê girtin tiştek nehatiye kirin. Rê hevalên me Zekî, Şûkrî, Akarsel hatin qetilkirin, rêhevalê me Şîmal hate qetilkirin. Gelek hevalên me ên din hatin qetilkirin. Me gelek caran daxuyanî da û me got em penaerên siyasî ne. Me nekin hedef, em siyasetmedarin, ev rewşek gelek bi êşe ku li bajarek Kurdistanê siyasetmedarên Kurd têne terorkirin û kesek nayên girtin. Êrişî me dikin, derbasî Hewlêr, Dihok û Tirkiyeyê dibin. Li Silêmaniyê bi sedan kameran hene, çima pêşî nayê girtin.

‘Bila kes behsa kurd û Kurdistanê neke’

Di dawiya axaftina xwse de Xalid, diyar kir ku heta faîlên hevalên wan neyên girtin bila kes behsa kurd û Kurdistanê neke û wiha got: “Em li benda hikumetê, rêveberên herêmê ne, çima bêdengin. Dev ji van polîtîkayên qirêj berdin, bila hikumet û rêveberên bajar daxuyaniyek bidin. Em dibêjin êdî bes e.”

Piştî Xalid Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Şêrko Heme Emîn jî axivî û ev tişt gotin: “Sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin, em hemû êrişên terorî şermezar dikin. Rewşa piştî hilbijartinên Tirkiyeyê, pêşbîniya van buyeran dikir. Civaka navnetewî û desthilata Başûr li hemberî van terorane bêdengin, ev yek dibe cihê pirsyarê. Heya niha piştî bûyeran ti daxuyaniyek fermî jî nedane. Bang li hemû Kurdan, saziyên mafên mirovan dikin da ku pêşî li van kiryarên ne mirovane bigrin.”

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd bi karwanekê wesayîtan ber bi goristana Qendîlê ve hate oxkirin.

Di merasîmê de bê navber dirûşmeya “Bimre îxanet” hate berzkirin.