9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Macron û Reîsî bi telefonê axivîn û têkiliyên Fransa û Îranê nîqaş kirin

Serokkomarê Fransa û Îranê Emmanûel Macron û Îbrahîm Reîsî bi telefonê axivîn û têkiliyên di navbera Fransa û Îranê de nîqaş kirin.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi telefonê bi hev re têkilî danîn û têkiliyên di navbera her du welatan de nîqaş kirin. Alîkarê Reîsî Mûhammed Cemşîdî, li ser hesabê xwe twitterê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Cemşîdî, diyar kir ku Macron û Reîsî danûstandin (nukleer), bûyerên li herêmê û xurtkirina têkiliyan di navbera her du welatan de axivîne.

Welatiyên Fransayê Benjamîn Brîere û Bernard Phelan ji aliyê Îranê ve hatibûn girtn. Brîere di gulana 2020’î û Phelan jî di cotmena 2022’an de hatibû girtin. Brîere û Phelan beriya mehekê hatibûn berdan. Beriya Brîere û Phelan di 10’ê sibatê de jî welatiya Fransayê lêkolîner Farîba Adelkhah ku li Îranê girtîbû, hatibû berdan.

Axaftina di navbera Macrox û Reîsî piştî van geşedanan pêk hat û bi qasî 90 deqeyî berdewam kir. Hate ragihandin ku Macron û Reîsî li ser ‘nexşerêyekê” li hev kirine, lê der barê mijarê de agahiyên berfireh nehatin dayîn.

Li Îranê hê jî çar fransî girtî ne.