4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên 39 êzidiyan radestî malbatên wan hatin kirin

Li Şengalê, 39 cenazeyên kesên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin radestî malbatên xwe hatin kirin.

Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşeke hovane biribû ser Şengalê û di encama vê êrîşê de bi hezaran êzidî jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha bi deh hezaran êzidî jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û bi awayekî komî hatibûn kuştin. Ji ber vê yekê li Şengal û Nînovayê bi dehan gorên komî yên êzidiyan hene.

Demeke dirêj e vekirina gorên komî dest pê kiriye û cenazeyên di van goran de radestî malbatên wan tên kirin. Rêveberiya Tiba Edlî ya Nînovayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji gorek komî nêzî 39 cenazeyên welatiyên êzidî derxistine û piştî testên DNA’yê radestî malbatê wan kirine.