2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Sûriya Pêşerojê êrîşa li bazara Idlibê şermezar kir

Partiya Sûriya Pêşerojê êrîşa li bazareke bajarokê Cisir El Şixûr ê Idlibê şermezar kir û banga aktîfkirina diyalogên siyasî û pêkanîna biryara 2254’an a neteweyên Yekbûyî  kir

Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî bombebarana li bazareke bajarê Cisir El Şixûr ê li gundewarên Idlibê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi civînên Astanayê û encamên wê hate kirin û hate gotin: “Her tim civînên Astanayê ku di encamên wê de bazar û peyamên li ser hesabê xwîna gelên me têne kirin, êş û azaran ji bo gelê me yê Sûriyeyê bi xwe re tînin. Êşa herî dawîn sibeha roja şemiyê bû. Balafirên şer bi awayekî hovane sûka bajarê Cisir El Şixûr bombebaran kir. Di encamê de tevî jin û zarokan gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn.”

Partiya Sûriya Pêşerojê êrîşên li dijî sivîlan şermezar kir û banga dûrxistina wan ji hemû cureyên şer kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê banga pêkanîna biryara 2254’an a neteweyên Yekbûyî ya der barê Sûriyeyê de jî kir û wiha got: “Ji bo ku em tevahî pêkhateyên gelê xwe ji encamên siyasetên berjewendiyan dûr bixin, careke din em bang li tevahî aliyên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin ku li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya çareseriya siyasî ya giştî, diyaloga siyasî aktîf bikin û aştiyeke mayînde li Sûriyeyê pêk bînin.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihandibû ku balafireke şer a Rûsyayê sûka sebzeyan a li bajarê Cisir El Şixûr bombebaran kir. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.