17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê’

Ferît Şenyaşar gazî Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kir û got: “Em ê demekê deynin pêşiya xwe û heke daxwazên me yên hiqûqî neyên qebûlkirin em ê werin Enqereyê û em ê li pêşiya wezaretê nobeda xwe bidomînin.”

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja 826’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar wek her roj ji Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeda edaletê kirin.

‘Bêedaletî didome’

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê axivî û da zanîn ku 5 sal in ew ji bo edaletê têdikoşin û wiha got: “Dayika min 2 sal in ji bo bavê min û du birayê min hatin qetilkirin û birayê min ê girtî nobeda edaletê digire. Rayedar û rêveber dizanin ku dayika min mafdar e. Lê bêedaletî didome. Dîsa Wezîrê Dadê derdikeve konferansan û daxuyaniyan dide. Behsa sedsala duyemîn a Tirkiyeyê dike û dibêje ‘wê ev sedsal bibe sedsala edaletê, edaleta ku dereng were ew ne edalet e’. Gelo ev Wezîrê Dadê yê nû van daxuyaniyan dide dayika ku du sal in li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê digire nabîne? Dayê heta dawiyê mafdar e û heta dawiyê wê nobeda xwe bidomîne. Heke Wezîrê Dadê vê daxwaza me ya edaletê ji nedîtî ve were; Em ê demekî deynin pêşiya xwe û heke daxwazên me yên hiqûqî neyên qebûlkirin em ê werin Enqereyê û em ê li pêşiya wezaretê nobeda xwe bidomînin.”

‘Êdî bila kurê min were malê’

Emîne Şenyaşar paşê axivî û wiha axivî: “Çend sal in ez nobeda edaletê digirim. Ez di bin berf û baranê de li vir im, di germa havînê de li vir im. Ez edaletê tenê ne ji bo xwe ji bo her kesî dixwazim. Kurê min neyê berdan ez ê werin Enqereyê û li wir nobedê bigirim. Çawa min li vir nobedê girt, ez ê li Enqereyê jî bigirim. Ez werim Enqereyê heta ku ez bimirim ez ê ji wir ranebim. Heke mirinek min hebe jî bila li ber avahiya edliyeyê be. Çawa min li vir domand, ez ê li Enqereyê jî bidomînim. Ez êdî dixwazim kurê min berdin û bila were malê. Mirov li nexweşxaneyan nayên qetilkirin. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin holê û hemû dinya bibîne ku qetlîamek çawa hatiye kirin. Çima parlamenterê AKP’ê yê ku wê çaxê qetlîamê kir nayê girtin?”

Dîsa cejin û dîsa xemgînî

Emîne Şenyaşar bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo hevjîn û zarokên xwe lorand û got: “Ez naxwazim cejn werin. Yên ku vê êşê anîne serê me bila ew jî cejnan pîroz nekin, bila ew jî êşa min bikişînin. Gelo ev dewletek çawa ye? Ev hikûmetek çawa ye? Xwedê ji wan re nehêle. Bila lanet li vê edaletê were.”