30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40’î de didome

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li girtîgeha Hewlêrê bi muameleya xerab re rûbirû dimînin 40 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya Dag û Er di roja 40’emîn de didome.

Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Her wiha her du girtî di 13’ê sibata 2022’yan de jî li dijî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hat dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.