27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER ji bo zarokan dest bi qursên hunera kurdî dike

Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû, bi lêv kir ku wê piştî cejnê ji bo zarokên temen biçûk dest bi qurseke ku wê bi qasî du mehan bidome bikin û dersên hunera kurdî bidin zarokan.

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo du mehan dest pê qursên zarokên temenê wan biçûk dike. Ji bo qursa ku wê piştî cejna qurbanê dest pê bike serlêdan didomin. Di qursê de hem bi awayekî rû bi rû hem jî bi awayekî online zarok di hêla hunera kurdî de bên perwerdekirin. Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû, der barê qursa zarokan de ji rojnameya me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Mehmet Remzî Azîzoglû, destnîşan kir ku ji bo zarokên temenê wan biçûk dest bi qursa perwerdeya hunera kurdî dikin û ev tişt got: “Serlêdanên qursên me didomin. Ji bo zarokên kurd çi ji destê me bê em ê bikin. Niha ji ber ku havîn e em ê ji bo zarokan dersên çandê bidin destpêkirin. Ji bo werin li vir xwe nas bikin û bi hunera kurdî stranan bibêjin û kurdiya xwe li pêş bixin. Di ber de jî em ê wan fêrî tîpên kurdî bikin.”

Wê du meh bidome

Azîzoglû, agahî da ku heta niha 30 malbatan ji bo zarokên xwe serî li wan dane û wiha got: “Hê jî serlêdan tên kirin. Ev perwerdeya ku em ê bidin ji 8 hefteyan yanî ji du mehan pêk tê. Em ê du meh bi zarokên xwe re eleqedar bibin û ji bo wan kedek bidin. Malbat bi dilxweşî tên ji bo zarokên xwe serlêdanê dikin. Piştî ku dibistanên pergalê bên vekirin em ê dest qursên xwe yên ji bo kesên temen mezin bikin.”

Dagirkirina ziman!

Di dawiya axaftina xwe de Azîzoglû, bal kişand ser girîngiya netewbûnê û înkara dewleta tirk a li dijî kurdan û der barê mijarê de ev nirxandin kirin: “Dema Komara Tirkiyeyê yan jî netewdewleta tirk hat avakirin kurd jî hebûn lê mafê kurdan di Destûra Bingehîn de bi cih nekirin. Gotin yek ziman, yek al, yek netew, yek nijad û li ser vê esasê netewdewletê ava kirin. Nijad zimane dema nijad bê kuştin ziman ji holê tê rakirin û tu tiştek namîne. Ji ber ku dewleta tirk naxwaze bi kurdan re bimeşe dixwaze kurdan tune bike. Bi çand, huner, ziman dixwaze kurdan ji holê rabike. Berê dagirkirina axê bû niha dagirkirina çand û zimane.”