3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên 4 YPG’iyan bi merasîmeke bi heybet oxir kirin

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê cenazeyên 4 endamên YPG`ê oxir kirin û soz dan ku tola wan hilînin û rêya wan bişopînin

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, nûnerên partiyan, saziyên civaka sivîl, Kongra Star, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, hêzên leşkerî yên kantonê, Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li taxa Enteriye ya Qamişlo tev li merasîma oxirkirina endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn. Girseya gel, cenazeyên Diyar Xelîl (Diyar Şoreş), Berzan Şêxmûs (Gerzan Qamişlo), Ehmed Semo (Hêwa Qamişlo) û Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) rakirin û li ser pîya heta goristana Şehîd Delîl Saroxan meşiyan.

Balafireke bêmirov a Tirkiyeyê 3`yê Tebaxê li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebar kiribû. Di encamê de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn.

Li goristanê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hêvî El Seyd axivî û got: “Beşdarbûna bi hezaran xelkê herêmê, bersiveke tund e li dijî dagirkeriya Tirk. Wan îsbat kir ku hêz û vîna wan heye. Dê berxwedanê berdewam bikin.”

Hêvî fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Her çar hevalan roleke mezin di şoreşê de lîstin, li eniyan li ber xwe dan da ku welatê xwe biparêzin. Lê dewleta Tirk a dagirker di salvegera qirkirina Şengalê de êriş kir. Divê em hişyar bin. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Xwe îsbat bikin ku em layîqî şehîdên xwe ne û rêya wan in.”

Hêvî di dawiyê de banga parastina destkeftiyên şehîdan kir. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şehîd Rûbar Nezîr Sofî axivî û got: “Em sersaxî ji malbatên her çar hevalên xwe dixwazin. Em dê li ser şopa wan bin û rêya şoreşê û azadiyê berdewam bikin. Ev hebûna we li vir, bersiveke diyar e li hember êrişên dewleta Tirk ad agirker.”

Dûre wesîqeyên şehadeta YPG’iyan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Rêvîn Şêxmûs ve hate xwendin. Piştre girseyê cenazeyê her çar YPG’iyan li goristanê veşartin.