2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wazên serxweşiyan

Di serxweşiyan de gelek oldarên sextekar civatê ji xwe re wekî firsendekê dibînin û li wê civatê propagandaya xwe ya jehrî belav dikin

Di serxweşiyan de gelek oldarên sextekar civatê ji xwe re wekî firsendekê dibînin û li wê civatê propagandaya xwe ya jehrî belav dikin. Ji ber ku li serxweşiyên vî welatî cihê jin û mêran ji hev cuda ye çawa ku li aliyê mêran melayekî sextekar vê yekê dike li aliyê jinan jî hin jinên oldarên xurifî bi wê rolê radibin.

Gelek melayên sextekar ên zilamê sîstemên zordest di serxweşiyan de roleke ku sîstemê daye wan di nava civakê de dikin. Serê gotina xwe bi vî rengî dest pê dikin;

– Gelî cemaetê vir ne cihê siyasetê ye. Em ê ji we re behsa axretê bikin.

Gelek caran çîrokên wiha ecêb û sosret dibêjin ku nakeve serê ti mirovên xwedî hiş.

Wekî me got ne tenê li aliyê mêran li aliyê civata jinan jî hin kesên wiha hatine pêwirdarkirin ku kesek behsa rewşa heyî krîza aborî û zehmetiyên jiyanê neke.

Ez serê we neêşînim û ji we re behsa serpêhatiyekê bikim ku di serxweşiyekê de di civata jinan de çêbû. Jineke ku xwe ji serî heta binî di reşahiyê de pêçaye û ji dûr ve malbata rehmetî nas dike hatiye li civata jinan rûniştiye û ji wan re waz û şîretan dike. Jinik dibêje;

– Gelî misilmanan divê hûn tu caran dilê mêrê xwe nehêlin û hemû daxwazên wî bi cih bînin. Dawî vê yekê bi mesela hewîtiyê ve girê dide û dibêje; Heke dilê mêrê we hebe ku jinek din ji xwe re bîne gerek hûn xwe nexeydînin.

Ev gotina wê jinê gelekî zora jineke bi navê Meqbûle diçe û di serê xwe de planeke tolhildanê amade dike. Beriya ku jina wazkar derkeve Meqbûle diçe tenişta wê rûdine û jê re wiha dibêje;

– Tu zanî xuşkê te îro bêhna min derxist. Qenciya ku te îro bi min kir û ew şîreta te li me kir gelekî di cih de bû. Ez ê dilê xwe ji te re vekim û çîroka xwe jî ji te re bêjim.

Meqbûle ji jina wazkar re dibêje;

– Beriya 2 salan ez û mêrê te bi hev re zewicîne û me newêrîbû ji te re bigota, lê îro te hişt ez dilê xwe ji te re vekim.

Di cih de kef bi devê jinika wazkar ket û dilê wê xumiya, te digot qey miriye. Jinika wazkar birin nexweşxaneyê û piştî mudaxelaya doktoran hate ser hişê xwe dît ku Meqbûlê li ber serê wê rûniştiye.

Xwe amade kir ku êrîşî Meqbûle bike, Meqbûle jê re wiha got:

– Keçê bêhişê wele ez ne te û ne mêrê te nas nakim, min ji qestî wiha got da ku tu careke din kenê xwe bi civata jinan neke û wazên derewîn nekî.

Li ser bextê cîranan be dibêjin ji wê rojê de her şev ew jina wazkar ji xew vediceniqe û wiha diqîre û dibêje;

– Heyla lawo Meqbûle, xwedê emrê te kin bike û tu bi qurbana min bî. Ma çiyê te ji min zêde ye ku mêrê min dest ji min berde û te bike hewiya min.

Îca mixabin li vî welatî di gelek waran de û li gelek cihan xapandinên bi navê olê li civakê tê kirin divê mirov hişyar be û guh nede gotinên xurifiyên wiha. Dîndarî tiştekî di navbera mirovan û xwedayê wî de ye tu kes nikare kefîltiya Xwedayê alemê bike.

Ev derewên wiha mezin û yên ji wan qerasetir jî bi taybetî di warê siyasetê de tên kirin û bi navê oldariyê hemû xêr û xêratên vî welatî didizin û bi hevkarên xwe re parve dikin. Divê di hemû civatan de kesên wekî Meqbûle hebin ku ji wan vir, derew û xapandinên wan re bibine bersiv.