Li Efrînê, zilm, zordarî û destdirêjiya komên paramîlîter a li dijî niştecihên Efrînê didome. Di vê çarçoveyê de li navçeya Bilbil a Efrînê, endamên koma paramîlîter a Sûltan Mûrat a dewleta tirk, dest dirêjî 3 jinan kirin.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) daye, endamên komê ewil jinan qanih kirine ku wan derbasî Tirkiyeyê bikin û piştre pere ji wan xwestine û herî dawî jî destdirêjî wan kirine.