10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ocalan ji bo gelê Rojhilata Navîn pirek e’  

Berdevkê Meclîsa Ciwanan Îdrîs Yalçin, anî ziman ku wan bi navê meclisa ciwanan a HDP’ê bi şiyara "Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet " bangavaziya têkoşînê kirine û wiha got: “Ji bo ku em bikaribin li ser şerê taybet şîrove bikin lamiz e em bizanibin şer çiye? Ku welatê mirovan hatibe dagirkirin, wê demê ew mirov an jî ew gel dikarin li dijî pergala koletî, mêtingerî û serdestî ya dagirkeran şer bike. Tecrîda li dijî Ocalan nayê qebûlkirin. Ocalan pira gelên Rojhilata Navîn e."

Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Hezo Îdrîs Yalçin, têkildarî kampanya “Li dijî şerê taybet, têkoşînek bi taybet” ku duh dane destpêkirin ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Berdevkê Meclîsa Ciwanan Îdrîs Yalçin, anî ziman ku wan bi navê meclisa ciwanan a HDP’ê bi şiyara “Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet ” bangavaziya têkoşînê kirine û wiha got: “Ji bo ku em bikaribin li ser şerê taybet şîrove bikin lamiz e em bizanibin şer çiye û li dijî kê şer tê kirin. Ku welatê mirovan hatibe dagirkirin, wê demê ew mirov an jî ew gel dikarin li dijî pergala koletî, mêtingerî û serdestî ya dagirkeran şer bike. Em dikarin bibêjin ev şerê xweparastinê ye. Di şerên xweparastinê da 2 şerên cuda hene. Yek şerê artêşan e, ya din jî şarê taybet e. Şerê artêşan bi çekanan tê kirin. Lê şerê taybet di sê xalan de pek tê. Armanca van xalan hijmendiyek “hûn ji netewa serdestin, hûn wek me ne, hûn xwediya nasnameyeke cuda nînin” bi vî rengî derxistine. Wargeha şerê taybet ne tenê leşkerî, aborî, siyasî û çandî ye. Şerê taybet li dijî civakê bi giştî îlankirina şer e.”

Îdrîs Yalçin, da zanîn ku dewletê partiya wan HDP wekî milekî PKK’ê dibîne û hemû êrîşên şerên taybet li ser xebatkar û dilsozên partiyê dike.

Yalçin, destnîşan kir ku bi taybetî êrîşên dewletê li ser meclisa ciwana heye û wiha axivî: “Gelek ciwanên endamên meclisê hatine revandin. Li cihên ku kes tûne be hevalên me hatine lêdan. Hatine îşkencekirin. Armanca wan xistin û sixûrkirina ciwanan e. Ji bo ciwanan bikin sixûr, der haqê endam û malbatên endamên me de lêkolînê dikin. Li cih/karakterên wan ên qels-lawaz digerin. Gelek caran ku tên binçavkirin li qereqolên polîs û leşkeran me dibin jûriyên taybet. Di divana jûriyan de ji bo em bibin sixûrê wan, an pereyan teklîf dikin, an jî bi malbatê gefan li me dixwin. Li dijî ciwanên welatparêz êrîşên qirêj tên kirin. Ji bo ciwanên welatparêz siyaseta demokratik nemeşînin li Kurdîstanê pêşiya fihûş, tiryak haşhaş, metafetamin û jiyana qirêj vedikin. Bi taybetî çanda fihûş û tecawizê pêş dixin. Em dikarin mînaka Îpek er û Gulistan Doku bidin. Çeteyekî bi rojan tecawizî Îpek Er kir. Dawiya dawî ji neçariyê dawî li jiyana xwe anî. Çawîşê pispor ê tecawizî Îpek Er kir hat berdan. Li sûk û kolanan bi rehetî digere. Lê rojnamegerê nuçê parve kir bi tirsa girtinê dijî. Em difikirin çima êrîşên qirêj bi taybetî li ser jinan hene. Jin kî ye? Dibe mirov bersiva vê pirsê bide. Jin hîn dike û hildiberîne. Ger jin fêr bibe civak hîn dibe. Ger jin pêş bikeve civak jî pêş dikeve. Ji ber vê yekê jî dixwazin di nava jinan de jiyaneke qirêj entegre bikin.”

‘Armanca tecrîdê gûrkirina şerê taybet e’ 

Yalçin, li ser armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. 50 sal in gelê bi ramanên azadiyê bi felsefeya birêz Abdullah Ocalan ronî bûye têdikoşe.”

Yalçin, destnîşan kir ku armanca yekemîn a tecrîdê gurkirina şerê taybet e û wiha lê zêde kir: “Wezirê dewletê bi daxûyaniyekê nêzîkatiya dewletê eşkere kiribû. Di got kurd biçin heyvê jî ew dê biçin cihê wan ji wan bistînin. Watêya vê yekê kûr e. Bi vê yekê dixwazin kurd li gorî wan bijîn. Dixwazin kurd mafê xwe nexwazin. Wekî ku em koleyên wan bin. Di 1930’yî de Serhildana Agiriyê bi komkujiyekê tepisandin. Wê demê rojnameyên wan bi manşeta “Me kurda kuşt. Me kurda û xeyalên wan a Kurdîstanê di nav gorê da fetisand” derketin. Lê Rêberê Gelê Kurd bi bîrdoziya ku pêş xist betona çiyayê Agirî şikand. Ev birdozî ji bo azadiya gelê kurd rêber e. Bi tecrîdê gelê kurd ji azadî û ji xwenaskirinê durket. Ev jî milek şerê taybet e.”

‘Ocalan pira gelên Rojhilata Navîn e’

Îdrîs Yalçin li ser rol û rista Ocalan a ji bo gelê Rojhilata Navîn jî rawestiya û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo gelê kurd, gelê bindest û gelên Rojhilata Navîn pirek e. Remsa aştiyê ye. Meseleya hebûn û tinebûnê ye. Şerê ku bi salan e berdewam dike ancax bi rakirina tecrîdê bi dawî bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka vê şoreşê heta niha her tim aştiyê dixwaze. Sepandina hemû aliyên hovane yên şerê taybet a li dijî serokekî ku dixwaze bi dîplomasiyê çareseriyekê bibîne; tê wateya xitimandinê. Li dijî vê tecrîdê lazim e ku em ciwanên şoreşger di asteke bilind de deng derxin. Xwediyê birdoziya azadiya welat, hêviyekê ji me dike. Xwenaskirin, fêmkirin û têkoşînek bi heybet lamiz e. Divê em wê birdoziyê baş fêm bikin û ji malbat û derdora xwe re bidin fêm kirin. Divê ku em wê xwesteka birêz Ocalan di şexsê xwe de ava bikin. Armanca tecrîdê ew e ku mirov ji xwebûnê qut bike. Em dikarin bi xwenaskirin û xwebûnê vê tecrîdê têk bibin. Li dijî tecrîd û şerên taybet em ê bingehê civakeke exlaqî û polîtîk ku sîstemê heta niha nehiştiye ava bike, deynin. Em ê vê bingehê bi taybetî ji bo ciwan û jinan deynin. Bi vê hişmendiyê em ê dest bidin hemû ciwan û jinên ku em bigihêjin civakeke rêxistinkirî, xwenas û demokratîk.”

PDK niha tenê birakujî û xiyanetê tîne bîra me’

Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Hezoyê Îdrîs Yalçin, li ser helwest û feraseta PDK’ê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Berê navê PDK’ê li başurê Kurdîstanê xweserî dianî bîra me. Lê niha navê PDK’ê tenê êş, elem, xiyanet û birakujî dixe bîra me. Dema navê PDK’ê derbas dibe, em dibên dîsa xwîna kîjan kurdê/î rijand an jî bi kîjan dijminê kurdan re hevkarî kir. Hatiye asteke wisa ku em edî nikarin bêjin hijmendiya wan feodal e. Çawa mirovek netewperest ji bo berjewendiyên malbata xwe gelê xwe dide kuştin? Dibêjin em wêrisên birêz Qazî Muhammed û Mela Mustafa ne. Ma doza Qazî Muhammed û Mela Mustafa ev bû? Qazî di got  Kurdîstan her welatek e. Lazim e hemû kurd Kurdîstanê wekî mala xwe bibînin. Îro radestkirina kurdên ku hatine başur, ma ne xiyaneta doza Qazî ye? Ma êrîşa li ser Mexmurê ne xiyanet e? Ew îdia dike ku ew neteweperwerekî kurd e. Lê kurdên ku xwe li wî girtine teslîmî dijminên wan dike. Kurdan li başûr bi darvekirinê dadirizîne ev nakokiyek mezin e.”

‘PDK û MÎT di milê hev de ne’

Yalçin, li ser têkiliyên PDK û MÎT’ê jî rawestiya û ev tişt got: “Niha PDK û MÎT’ê li bakurê Kurdîstanê komeke bi navê kurdên nasyonalist ava kirine. Em dinêrin ev kom tenê li ser medyaya dijîtal wêneyên pêşengên kurdan parve dikin. Ev kesana ji bo azadkirina Kurdîstanê kevir nadin ser kevir. Hemû karê wan antîpropagandaya partiya me ye. Xebatek wan a ji bo çand û hûnera kurdî tune, ji bo diplomasiya kurda tune ye, ji bo rizgarkirina welat gavek navêjin. Lê hemû gotinên pêşengên Partiya me dikişînin ciyek cuda. Peymana me eşkere ye. Lê dikişînin ciyek cuda. Heta êvarê gotinên nexweş ji kurdan re dikin. Lê dibêjin em nasyonalistin.”

Yalçin herî dawî bibîr xist ku pergal dixwaze hemû kurd bibin neyarên hev û wiha bi dawî kir: “Dixwazin kurd her dem şerê hev bikin û hev bikujin. PDK û ev koma kurdên nasyonalist jî xizmeta vê ferasetê dikin. Di dîroka Kurdîstanê de tu carî kurd ewqasî nehatine dijî hev. Lê van saziyan kurd anîn hemberî hev. Bûn sebeba birakujiyê. Serkeftin û destkeftiyên kurdan tev nirxekî pîroz e. Divê em xwedî li van nirxan derkevin.”