7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çepgirî û bêdengî

Çepgirên li du polan di tawanbariya jinan de lihev kirin. Ji hêlekê de rastiya ku êrîşa Hamasê êrîşeke zayendperest bû û ji hêla din de jî di bin êrîşên Îsraîlê de herî zêde jin û zarok bûn qurbanî, careke din rûyê zayendî yê şer nîşan da.

Ku tevger û rêxistinên çepgir, civakî û femînîst di bûyerên civakî de ne xwedî helwesteke wekhev in û heta di gelek awayan de bi nakok tevdigerin, mixabin rastiyeke nikare bê veşartin e. Ev rastî dikare ji gelek xalan ve bê şîrovekirin, helwest û seknên bîrdozî, berjewendiyên cuda (her çiqas ji bo aliyên çepgir berjewendiyên gelên bindest diviyabû li pêş ba jî), têkiliyên bi hêz û serdestiyê û herweha pêşketinên dîrokî û erdnîgarî dikarin di vê cudabûnê de rolên xwe bilîzin. Em vê nakokiyê di çarçoveya mijara kurd de di navbera çepgirên Tirkiyê û Kurdistanê de jî dibînin.

Ez rêxistinên kurd li derveyî mijarê dihêlim, ji ber ku ne hemî kurd û rêxistinên xwe çepgir in û xwezahî ye ku perspektîfên cuda biparêzin. Lê di bûyerên cîhanî de, yên tê de hêzên serdest û komên bindest tên hemberî hev, mirov li bendê ye ku tevgerên çepgir li aliyê bindestan bisekinin. Lê ev ne her tim gengaz e. Mînaka herî dawî me di nêzîkatiyên li hemberî şerê navbera Îsraîl û Filistînê de dît. Bi taybetî di çarçoveya Almanyayê de ev bûyer rewşa sosret a ku çep bi giştî tê de ye diyar kir. Di vê gengeşiyê de yê ku ez pir ecêbmayî hiştim, nakokiya helwestên aliyên piştgir/şermezarkir bû. Ez vê jî dixwazim di mînaka çepgirên alman de nîşan bidim.

Di dema êrîşa Hamasê de çepgirên alman (ku ew jî wekî çepgirên tirk, ji gotina çepgirên alman acis in. Lê ez almanbûnê ji hêla heremê ve bi lêv dikim û ne wekî netewekê) û femînîst ji carekê ve bûn du alî, heta sê alî. Aliyeke yekser piştgiriya xwe ya bi Îsraîlê re diyar kir û vê yekê wekî dewleta alman wek “Staatsräson” (mirov dikare wekî xeta sor a dewletê, bingeha hebûna dewletê wergerîne. Ji bo baştir bê femkirin, di çarçoveya dewleta Tirkiyê de dijminatiya li hemberî kurdan “Staatsräson” e) nirxand û bê îstîsna li aliyê dewleta Îsraîlê sekinî. Ev yek pirî caran bi dîroka nazî û sucdariya Almanyayê ve tê şîrovekirin ku rastiya wê jî heye. Ji ber vê sedemê ye ku wexta li herderê cihanê ji bo piştgiriya bi gelê Filistînê re çalakî hatin lidarxistin, li Almanyayê çalakiyên ji bo piştgiriya Filistînê û şermezarkirina şîdeta Îsraîlê hatin qedexekirin. Aliyekî din ê hindik ê çepgiran jî aliyê gelê Filistînê girtin û heta slogana “Filistînê  ji sucdariya almanan rizgar bikin” ku pir hat nîqaşkirin di çalakiyan de qîriyan. Li gorî wan avakirina dewleta Îsraîlê encama komkujiya naziyan e, ku ji ber vê sedemê welatê filistîniyan wek projeyeke mêtîngeriyê hatiye dagirkirin. Ev dûrişm û baweriya li pişt wê li Almanyayê pir tund hat rexnekirin û heta wek helwesteke “antîsemîtîst” hat pênasekirin. Gerçî kî li hemberî kiryarên Îsraîlê derkeve li Almanyayê yekser wekî “antîsemîtîst” tê îlankirin û teşhîrkirin. Heta fîlozofên navdar ên wekî Judith Butler, Nancy Fraser, Slavoj zizek ji ber nêrînên xwe yên ku helwesta Îsraîlê tawanbar û şermezar kirin, bi “antîsemîtizmê” ve hatin sûcdar kirin û li Almanyayê panel, xebat û civînên wan hatin betalkirin. Di nava van herdû polên çepgir de beşeke mezin jî bêdeng ma. Qet ne him û ne gim ji wan derket. Wekî ku qet rojeveke weha nîn be, xwe bi mijarên din mijûl kirin. Ji tirsa ger aliyê Filistînê bigirin ewê bi “antîsemîtîzmê” werin tawanbarkirin û aliyê Îsraîlê bigirin jî dê wekî alîgirê dewletê bên dîtin, xwe spartin sedema “li me nakeve em dewleta Îsraîlê bi komkujiyê, bi rejîma apartheidê sûcdar bikin û boykot îlan bikin, li cihê ku kal û pîrên me bi mîlyonan cihuyan qir kirin.” Di vê aliyê bêdeng de yên herî leqayî rexneyan hatin jî rêxistinên femînîst bûn. Sûcdara hevpar hatibû dîtin: jin.

Çepgirên li du polan di tawanbariya jinan de lihev kirin. Ji hêlekê de rastiya ku êrîşa Hamasê êrîşeke zayendperest a sîstematîk bû û ji hêla din de di bin êrîşên Îsraîlê de herî zêde jin û zarok bûn qurbanî, careke din ruûyê zayendî yê şer û qirkirinê nîşanî me da. Yên alîgirê Îsraîlê femînîstan rexne kirin ku qaşo ew Hamasê şermezar nekirine û alîgirên Filistînê jî digotin ku femînîst şerê Îsraîlê yê li dijî sîvîlan rexne nekirine. Gorî wan femînîzm di nakokiya Rojhilata Navîn de têk çiûbû. Lê rastî ne tenê femînizm, hemî rêxistinên çepgir ên ku di bûyerên mirovî de helwest diyar nekin, bi têkçûnê re rûbirû dimînin.

Bi taybetî bêdengiya vî aliyê gorî min dibe sedem ku tiştê herî mirovî û hêsan nikare were gotin. Li gorî min gotina Primo Levi, ku ji Auschwitzê xelas bibû, “Ev buyer (genozid) careke çêbû, û ji ber vê yekê (genozîd) dikare dîsa biqewime”, nikare tenê di çarçoveya komkujiya li hemberî cihuyan de were bilêvkirin. Li ser rûyê dinyayê şer û pevçûn diqewimin û her roj mirov bi komkujiyan re rûbirû dimînin.  Ger çepgir nikaribin bê şert û merc li hemberî hemî komkujiyên li ser rûyê erdê derkevin, di navbera wan de kategoriyan ava bikin, wê demê ew ê heta hetayê mehkûmê bêdengiyê bibin. Lewre yê ku wan bêdeng dihêle ev nakokî ye, ku nikarin xwe jê xelas bikin.